Welatiyên ligel barana dibare çalakiya xwe didomînin şevê heya dereng li dora kon nobetê digirin û ciwan jî li girên bilind kontrolan dikin. Welatî li gel rewşa hewayî ya nebaş dem dem govendê digirin û li dora agir stranan dibêjin û ji bo PKK'ê sloganan berz dikin. Li navenda Colemêrgê jî şevê din ligel binçavkirin û zextan tevlîbûna çalakiyan zêde dibe. Bajarên derdorê û gund herêmê jî piştgiriyê didin çalakiyê.

Welatiyê bi navê Dîvalî Edîş (57) ê ku ji gundê Aşûtê û nobet dewr girt, diyar kir ku ji bo bertekên xwe nîşan bide tevlî nobetê bû û wiha got: "Ev çiya yên me ne. Ev der zozanên me ne û em tên vir. Emrê me li vir derbas bû. Em teqez riya li gundê me çêdikin qebûl nakin. Em naxwazin sînoran danîn navbera me."
Welatiyê bi navê Salîh Firat (32) jî diyar kir ku qereqolên tên çêkirin zirarê dide pêvajoyê û bal kişand ser riya li gundê Aşûtê tê çêkirin û wiha got: "Xizmên me li aliyê din ê sînor in. Em gelek caran diçin xizmên xwe ziyaret dikin. Dê çawa sînoran danîn navbera me? Em vê yekê qebûl nakin."
Ji Çiyayê Meskanê re bi helîkopteran sewqiyata leşkeran berdewam dike. Hate hînbûn ku Waliyê Colemêrgê ji bo ku te kes neçe Çiyayê Meskanê, fermana da polîsên nokteya kontrolê ya Depînê. Rêxistinên BDP'ê yên Wanê ji bo ku nobeta berxwedana Meskanê dewr bigirin ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.

COLEMÊRG