Ev dora du hefte ne, li rojavayê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî li dar e. Ciwanên Kurd li dijî êrîşên hovane yên çeteyên qaşo cîhadîst ên ku piştgiriyê ji dewleta Tirk û rejîmên dîktatorî yên Ereb digirin, ji bo Kurdan giştan bi tîpên zêrîn destanê azadiyê dinivîsin…

Kurdên Rojava bi vê berxwedanê, ne tenê li Rojava, li her çar hêlên Kurdistanê û li derveyî welat hêviya azadiyê û bixwebaweriyeke bi hêz xistin dilê Kurdan giştan. Û  tehdîdên ku dewleta Tirk rojane li Kurdan dike, li hember vê berxwedanê, mîna fîtika ew kesên ku dema şevê di nava tirban de digerin, dikeve ber bê û ji nişka ve wenda dibe, diçe…
Deverên ku çeteyên girêdayî El Qaîdê êrîş tînin ser Kurdan him ji bo yekîtiya Kurdên Rojava him jî ji bo têkiliyên bi Kurdên Başûr re şûn û warên stratejîk in. Bi van êrîşan re tê xwestin ku di navbera Serêkaniyê û Kobaniyê de herêmeke bêyî Kurd were avakirin û hêla Efrîn û Kobaniyê mîna giravekê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên El Qaîde ve were dorpêçkirin û fetisandin. Herwiha dewleta Tirk û çeteyên El Qaîde dixwazin li rojhilatê Rojava, li hêla Qamişlo, Dêrik û Hasekiyê, bîrên petrolê nekevin destê Kurdan û di dawiyê de jî Kurd nebin xwediyê statû û jiyaneke xweser…
Dewleta Tirk di nava van lîstikên qilêr de ne bi serê xwe tenê ye. Dewletên Ewropî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî li hemberî êrîşên hovane yên li dijî Kurdan bi bêdengiyê, piştgiriyê didin çeteyên cîhadîst. Yanî hêzên ku li herêmê di nava xwe de wek dijmin xuya dikin; wexta destketiyên Kurdan dibe mijar, bi aşkereyî an veşartî, bi hev re li dijî Kurdan di eniyekê de têne cem hev.
Wer xuya ye, ku dewletên serkeşî ji modernîteya kapîtalîst re dikin, hên jî têkoşîna Kurdan û armancên wan ên wekî avakirina pergaleke demokratîk û xweser re ne amade ne. Li herêmê naxwazin Kurd mîna aktorekî serbixwe derkevin qadê siyasetê û li herêmê wek hêzeke pêşeng a demokrasiyê rol bilîzin. Hên jî di nava wê hewldanê de ne, ku heta îro çitûlî pirsgirêka Kurd sewa berjewendiyên xwe yên qilêr  bikaranîne, ji îro şûnde jî her wiha sewa kontrolkirina herêmê bikar bînin…
Li Rojhilata Navîn her çiqas armanca hêzên serdest a ji bo kontrolkirineke demdirêjî ya herêmê hebe jî, siyaset ji argumentên demdirêjî wêdetir, bi yên konjûnkturel yanî bi yên îroyîn, tê birêvebirin. Hêzên ku serkêşiya siyaseta cîhanê dikin, li herêmê tu hêzên serbixwe nexwezin jî,  her aktorên herêmê gorî hêza xwe ya rêxistinî, leşkerî û aborî û piştgiriya xelkê pê re tên muxatab girtin. Û Kurdan xwe çiqas bi rêxistinî û bi hêz kirin, wê ewqas di sibêroja herêmê de xwedî rolekî girîng bibin…
Û di bin atmosfereke wisa de Kurdên Rojava him bi polîtîkaya xwe, him bi rêbaza têkoşînê, him bi tevlîkirina xelkê û him jî bi armancên xwe, di riya xwe ya serbixwe de dimeşin. Bi vê berxwedanê ne tenê ji bo 3 milyon Kurdên Rojavayî, ji bo 40 milyon Kurdistaniyan deriyê destketiyên bêhempa vedikin...
Îro mesele ji meseleya Rojava an jî ji ya Bakur, Başûr û Rojhilat derketiye, bûye meseleya Kurdistanê û Kurdistaniyan giştan… Çareserkirina pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bûye wek pirsgirêkeke yekane. Bona vê yekê jî aktorên Kurd ên siyasî gişt li ser pirsgirêkên li her çar parçeyan polîtîkayê dimeşînin. Xelk jî ji her çaxê zêdetir bi Kurdistanî difikire; hiş û bala xwe dide meseleyên li her çar parçeyên welêt. Têkoşîn, berxwedan û hewldana sewa jiyaneke azad, Kurdên li her çar parçeyan nêzî hevdu dike. Piştî Konferansa Yekîktî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê, niha jî herkes bala xwe daye amadekariyên ji bo Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya li Hewlêrê..
Berxwedana li Rojava, li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo statûyê xweser ê Kurdan hêviyê bilindtir dike…