
Kurd têne qebûlkirin
Tekoşîn destnîşankir ku sedsala 21’ê bi pêşengiya Rêber Apo, sedsala gelê kurd e û wiha pê de çû: “Di 40 salên dawî de Kurd gihîştin nasnameya xwe ya azad û ji vo têdikoşin. Di vî alî de Kurd dê nebe qurbanê polîtîkayên qirêj. Di dîrokê de li çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan înkar û îmha bi awayekî sîstematîk hate meşandin. Lê Kurd êdî vê polîtîkayê qebûl nakin. Şoreşa Rojava xeta sêyemîn a gelan bû û ji bo ku çareseriya bi vê xetê dihat armanc kirin, pêk neyê hêzên serdest li dijî Rojava ketin nava êrîşê.”
DAIŞ ne bi tenê ye
Endama rêveberiya PAJK´ê Çîçek Tekoşîn wiha berdewam kir: “Xeta sêyemîn xeta ku rêbazên têkoşîna demokratîk esas digireye. Xeta sêyemîn xeta pergala ku hemû gel bi hevre bijîn e. Lê netew dewlet ji bo xeta sêyemîn ava nebin çi ji destê wan tê dikin. Xeta sêyemîn li Rojavayê Kurdistanê ketiye jiyanê. Yên ku şoreşa Rojava qebûl nakin hene. Bi riya çeteyê navnetewî ku statuya Rojava qebûl nakin êrîş pêk tînin. Hêzên ku çeteyên DAIŞ û El Nusra derxistin holê hêzên navneteweyî bûn. Ev çeteyên ku olê bikartînin tu eleqeya wan bi ol re tune. Ji ser van çeteyan nasnameyên cuda cuda yên dewletan derdikeve holê. Hêzên serdest alîkariyê didin van çeteyan. Di meha Hezîranê de DAIŞ ket Musul û Kerkukê. DAIŞ çekên ji vir girt bir Rojava. AKP û PDK’ê jî ev erê kir. Di nava vê planê de dewletên Rojhilata Navîn, DYA û Israîl cih digire. Ji ber vê hewldanên têk birinê hêj didomin.”
Cîhan ji bo Kurdan ker û lal e
Tekoşîn anî ziman ku li dijî Şoreşa Rojava dijpropaganda tê kirin, xendek tên kolan û li ser gelê wir ambargo pêk tê û êrîş zêde bûne. Tekoşîn got: “Li dijî êrîşên li Kobanê her kes ker, lal û kor bûye. Yên ku van êrîşan pêk tîne AKP û PDK ye, deriyên sînor girtine û ambargo pêk anîne. Em piştigriya AKP’ê ji vir dibînin. Ji 2’ê Hezîranê heta niha li dijî Kobanê êrîş mijara gotinê ne. Lê cîhan van êrîşan nabîne. Her kes kor, ker û lal bûye. Gelê kurd ji azadiya xwe şûnde gav neavêt. Ji vir şûn de jî navêje.” Tekoşîn çalakiyên ciwanên Bakûrê Kurdistanê li dijî çeteyan jî bibîrxist û xwest ku ev piştgiriya bakûr hîn zêdetir bibe.
DİCLE ARYA/BEHDİNAN