
Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avest têkildarî êrîşên li ser Şengalê û Rojava ji ANF’ê re axivî. Sozdar Avesta di serî ser êrîşên 24'ê Nîsanê li ser li ser baregeha YPG'ê û li ser wargeha pîroz çiyayê Şengalê ku li ser gelê me pêkhatî ez bi tundî şermezar kir. Avesta şehîdên êrîşa pêr û yên di êrîşa 22’ê Nîsanê de li Qadên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest da bibîr anîn û got: „Bila serê malbatên wan, serê gelê Kurdistanê, Kurdê azad û bila serê Êzîdxanê saxbe."
'YBŞ û YPG sembola Rojhilata Navîn in‘
Sozdar Avesta bal kişand ser êrişên Tirkan ên li ser Şengalê û Rojava û wiha got: "Faşîsma AKP, MHP, bi hevkariya bi PDK'ê re li ser gelê Kurdistan û Êzîdxan bi tifaqê gemar êrîşên xwe berdewam dikin. Ev êrîşa 24'ê Nîsanê heman demê di rojekî dîrok de pêk hatiye. Piştî referandûmê êrîşa ser YPG'ê û Şengalê, êrişa ser civaka Kurd, gelên demokrat û civaka Êzîdî ya ber bi azadiyê ve dimeşe ye. Yên ku plan û êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an vale derxistîn YPG/YPJ, HPG û YJA-STAR bû. Ji ber ku gelê Kurd û van hêzan plan û projeyên Tirkan vale derxistin evqasî bi hêrs û kînin. Gelê Êzîdî jî bi pêşengtiya YBŞ/YJŞ'ê niha azadî û xwesertiya xwe dixwaze. "
'Dixwazin plana qirkirinê bibin serî‘
Avesta diyar kir ku armanca van êrîşan plana xwe ya 3'ê Tebaxê bigihînin serî û got: "Hêz û dewlatê Tirkiyê konsepta xwe ya ku di 3'ê Tebaxê û êrîşa çeteyên gemar yên PDK-Erdogan di 3'ê Adarê ser Xanesorê temam ne kirin bi van bombebaranan xwestin bigihijin hedefa xwe. Lê ji ber ku ser ne ketin dixwazin bê gûman van konseptên we yên qirêj temam bikin. Ev êrîşek tîrsonek û bê ehlaqî ye, tiştek mirov jêre bibîne tûne. Bila kesek nebêje êrîşa baregehên leşkerî an jî sivîl kirine, êdî leşkerî û sivîltî ne maye. Ji ber ku ew êrîşê fikir û felsefeyê dikin. Ew gotînên çewt û taybet jî çapemeniya PDK'ê ya hîna êrîş berdewam dikirin gotin ser baregehên PKK'ê ne, ev ne rastin, ger ser navendên PKK'ê bin jî ev ne rewa ne û nayên qebûl kirin. Kî gelê Êzîdî xilas kir, kî hewara wan de hat, di şexsê PKK, YBŞ û YJŞ'ê de gelê Êzîdî tûne bike."
'Pêwîst e NY civaka Êzîdî biparêze‘
Avesta bang li tevah gelê Êzîdî û yên Rojava kir ku hemberî van êrîşan rabin serhildan û wiha pêde çû: "Li ber çavê Hêzên koalisyonê lêdixin lê dengê xwe dernaxin. Civaka Êzîdî qasî tiliyên destan mane. Pêwîste bi lezgînî Konseya Neteweyên Yekbûyî kom bibin Rojava û taybet jî civak Êzîdî lê jiyan dikin wekî qada ewlekariyê îlan bikin. Eger naxwazîn civaka Êzîdî û mirovên wê xilas bibin, pêwîste demildest Şengalê wekî qada ewlekariyê bigire bin parastinê de. Pêwîste êdî PDK'e destê xwe ji vê îtifaqa gemar bikişîne, pêşmerge dibin qûrban. Ma ne şerm û eybe pêşmerge derdikevin ser TV û dibêjin agahî hat ji mere wê li PKK'ê û YBŞ'ê bixin em ê jî seyrê bikin, ziyan nagihe me. Pêwîste Êzîdiyên gel PDK'ê bi lezgînî ji PDK'ê qût bibe. Taybet jî ew qeymeqamê ser navê gelê Êzîdî daxive ti ehlaq gel tûne. Ew qeymeqam derdikev û dibêje berpirsê vê lêxistinê PKK'ê ye. Ez jî vê pirs dikim yê berpirsê fermanê kê ne? Tû destpêkê hesabê 10 hezar keç û jinên Êzîdî hatine girtin bide. Tû ne qeymeqamî û ne rewayî ka hesabê van destpêkê bide."
Li Şengalê civakeke azad heye
Avesta daxuyakirin an wê Êzîdî ji bo rûmeta xwe berxwe bidin an wê nekaribe jiyan bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pêwîste Êzîdiyên van kampan berê xwe bidin Çiyayê Şengalê, dîsan cihê herî bi ewle çiyayê Şengalê ye. Wê bi wan bombebaranên xwe nekaribe îrade û rêxistbûna Êzîdiyan bitirsîne û bişkîne. An wê Êzîdî ji bo rûmeta xwe berxwe bidin û jiyan bikin, an wê jiyanek sertewandî bin destilatdaran û kesên xwe firoş ser navê Êzîdiyan di axivîn nekaribin jiyan bikin. Eger ji vir pêde PDK'e destê xwe ji qetilkirina Êzîdiyan bernede wê di dadgehên Mafê Mirovan de bi hemû awayî werin darizandin. Di derxistina PKK'ê ji Şengalê hemû hêz û kesên heyî PDK'e dixwaze bi xweve bide girêdan. Lê êdî di Şengala azad de civaka û gelê azad heye, rêxistinên azad hene. "
Li axa xwedî derkevin
Avesta bang li ciwanên Êzîdî û feqîrên Kersê kirin ku xwedî li cihên hatine rizgar kirin derkevin û got: "Ez bang li ciwanên Êzîdî dikim yên Şengalê, Başûr, yê Ewropa û Ermenistanê hemberî van êrîşan ser lingan bin û nerawestin. Çawan dayîka di 3'ê Adarê de çek girtin û hemberî çeteyan rawestiya û êrîşên wan vale derxistin, xendek bi destê xwe dagirtin, niha jî pêwîste heman şêwazî dayik derkevin kolanan. Ez bang li gelê Êzîdî û feqîran dikim yên geliyê Kersê qet rê nede tê hêzên derve werin ser wan desthilatdariya xwe bidin meşandin û vê qebûl nekin. Pêwîste êdî feqîr van deran biparêzin. Li cihê xistin windahî çênebûne, ev serkeftinek mezin e. Lê pêwîste bizanibin wê ev êrîş berdewam bikin, aliyê leşkerî, dîplomasî rêxistinî de hemberî van êrîşan bisekinin. Ancaq bi vî rengî dikarin van êrîşan bidin sekinandin. Roj roja ciwanên Êzîdi ye, dixwazin Êzîdxanê tûne bikin, baweriya Êzîdiyan holê rake. Ew kesên dibêje rastî ez dilsozê Şengalê me, ez girêdayî baweriya xwe me, girêdayî rê û rismê xwe me, pêwîste êdî xwedî li Şengala azad xwedî derkeve."
Berdel çi dibe bila be; berxwedan
Sozdar Avesta wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Pêwîste her kes vê baş zanibe di êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an hedef xilasbûna civaka Êzîdî bû. Pêwîste kesek bi ragihandina Qesrê ne xape, taybet jî ragihandina PDK'ê bi yek zimanî bê rûmetiyek mezin dikin, pêwîste kesek van gûhdar neke. Ev êrîş ser gelê me yê Êzîdiye, ne ser tû hêza ne. Çawan gelê me di 3'ê Tebaxê û 3'ê Adarê bi pêşengiya kesên wekî Nevrez, Nazê û Gulçînan, Berxwedanan, Orhan û Çekdaran vala derxistin. Ev kesîn rûmeta Êzîdxanê, van şehîdan Şengal parastine. Bi piştgiriya YBŞ, YJŞ'ê gelê em yê Êzîdî û Kurdên azadîxwaz wê ev êrîş carek din vala derkeve. Bila gelê me ber xwe bide, bedela wê çi dibe bila bibe, wê tû carî gelê em tenê nemîne û bawerî bi we bînin. Bi vî rengî bikevin nava liv û tevgerê. Heya ev rewş aram dibe pêwîste gelê me xewnên şeva li xwe heram bikin û ser lingan bin. Ez di wê baweriyê de me ew êrîşên tirsonek û yên bê merdane tûcar ser nakevin. Yê sek bikeve fikir û ramanê azad be."
ANF/BEHDÎNAN