Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku pêr piştî nîvro li Sinaa û gundê derdorê di navbera hêzên wan û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimiye. YPG’ê ragihand ku şerê di navbera hezên wan û çeteyan de didome û heta niha hejmara kuştî û birindaran nehatiye zelalkirin. Daxuyaniya YPG’ê wiha didome: “Li vê herêmê hîn jî cih bi cih pevçunên biçûk diqewimin. Di van şeran de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir, gihişt şehadetê.”
YPG’ê ragihand ku komên çeteyan doh ber bi siharê ve êrîş birin ser gundê Dikanê û piştî bersîivdayêna hêzên wan çete ji meydanê reviyan.
Kantona Cizîrê
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê der barê şerê li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê jî ragihand ku şerê di navbera hezên wan û çeteyan didome. YPG’ê diyar kir ku pêr bi şev hezên wan li herêma navbera gundên Xebîş û Menacir ên giredayî Til Temir li hemberî komên çeteyan êrîşek li darxistin. Di encama vê êrîşê de wesaîtek leşkerî ya çeteyan tevî çeteyên di nav de hatin ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehat zelalkirin. YPG’ê encamên vî şerî jî wiha ragihandin: “Piştî pevçunên li herêma Meqlea ya ku dikeve 17 km rojavayê Til Temirê bi dawî bû hêzên me li vê qadê dest bi xebatên lêgerîne kirin. Di encama van xebatan de hêzên me tevî 4 termên çeteyan, 3 kleş, 1 BKC, 4 bêtel û gelek amûr û cebilxaneyên nû ditîn û xistin dest xwe.ˮ
NAVENDA NÛÇEYAN