
Dîdar Çiya ku yek ji şervanên YPS´ê bû li Şirnexê bi gotina, “Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe û gelê xwe têdikoşim”, qala berxwedana YPS’ê ya li Şirnexê kir.
Dîdar Çiya da xuyakirin, ku beriya destpêkirina berxwedana xwerêveberiyê wan bend danîn, hemû amadekariyên li derdorê qedandin û anî ziman, ku piştî van amadekariyan YPS hatiye ragihandin. Çiya da zanîn, wan bi kêfxweşî îlana YPS’ê pêşwazî kiriye û got, “Barê şoreşê giran bû. Lê şîrîn bû. Me bi barekî giran lê şîrîn dest bi kar kir. Bi bandora Şehîd Gulan û Şehîd Asya ez tevlî vê berxwedanê bûm. Di destpêkê de li cem Şehîd Asya hatibûm wezîfedarkirin. Li taxa Bahçelî weke jin ez û Şehîd Asya hebûn.
Ji bo gel, civîn û perwerde hatin lidarxistin. Piştî ku gel armanca berxwedanê fêhm kir, bi rengekî zanebûn û çalak tevlî berxwedanê bû. Li Şirnexê gel bi xurtî li ber xwe da. Ji aliyê hevrêtiyê ve jî fedakariyek hebû. Ti pirsgirêk tine bû.”
Çiya da xuyakirin, ku wan li taxa Bahçelî ji bo jinan dewreyeke xweser a jinan vekir, dema hejmar zêde bû, wan li taxa Cûmhûriyetê jî dewreya duyemîn vekir û wiha peyivî: “Me hejmara hevalên jin ên li taxa me zêde kir. Hê dorpêçê dest pê nekiribû, di 5’ê Sibatê de hevala Asya tevî 4 hevalên mêr şehîd bûbû. Taybetmendiyeke hevala Asya hebû ku hêz dida mirovan. Hevala Asya gelekî bandor li şêniyên taxê nexasim jî jinan dikir.
Piştî perwerdeyê em hemû li taxan hatin wezîfedarkirin. Ez dîsa li taxa Bahçelî mabûm. Min li wê derê şerê xwe, têkoşîna xwe dewam kir. Ji 8’ê Adarê re kêm ma bû. Amadekarî hat kirin. gel û hevalên YPS’yî bûbûn yek.”
‘Me bi cesareta xwe bandor li hev dikir’
Çiya diyar kir, di destpêkê de hejmara jinan kêm bû, lê bi ragihandina YPS’ê re gelek jin û mêr tevlî bûn û wiha dewam kir: “Hejmar roj bi roj zêde dibû. Dema ku em bûn hejmareke têrker a jinan, me YPS Jin ragihand. Em li cihekî nêzî tumenê, ku hejmara dijmin a li wir gelek bû, ava bûn. Li kêleka wan. Berê jin ji malên xwe nikarîbûn derkevin. Piştî perwerdeyê êdî bi rehetî li derve digeriyan, tevlî şer dibûn. Ev hemû bi saya berxwedanê bûn.
Ji aliyê psîkolojîk ve em gelekî rehet bûn, lewma her heval bi giranî li ser şer disekinî. Moral di asta herî bilind de bû. Her kes li çeperên xwe bi cih bûbû. Bi perwerde û tecrûbeyan, em zû hîn bûn. Me bi cesareta xwe bandor li hev dikir.”
‘Dijmin gelekî tehde li gel kir’
Çiya bi bîr xist ku di dema amadekariyan de gel jî bi serhildana xwe tevlî wan bûye û wiha dewam dewam kir: “Dema dijmin ev rewş dît, bi kobra û gaza îsotê êrîş kir. Piştre çalakiyên hevalan dest pê kirin. Dema çalakiyên hevalan zêde bûn, dijmin jî ji aliyekî ve bi kobrayan lê dida. Li her kolanê çeperên me, konên me hebûn. Gel jî dihat binê van konan. Dijmin di kamerayên mobese de ev didît û sûîqest li gel dikir. Dijmin gelekî tehde li gel kir. Ji bo dijmin ne girîng bû ku gel li nava bajêr e. Timî direşand. Ji bo gel bitirse, zerar li gel bibe, çi ji destê wan dihat dikirin. Gel jî bi ti awayî ji têkoşîn û berxwedanê venedigeriya.
Carna, bêyî çalakiyan jî me didît ku hemû çek li dijî me dihatin bikaranîn. Espîcîno anî bûn. Hevalan tank, wesayîtên bi cureyê espînîco û çek îmha dikirin. Hê di destpêka şer de 3 tank hatin rûxandin. Ji wan we bû ku li pêşberî teknîka wan em nikarin tiştekî bikin. Wan her tim ji dûr ve êrîş dikir. Nikaribûn xwe nêzî çeperan bikin. Sekvanên me gelekî jîr û jêhatî bûn. Mirov bi hêsanî tirsa ketibû dilê wan didît.”
‘Ji bo azadiyê...’
Çiya diyar kir ku hêzên YPS’ê li deverên stratejîk bi cih bû û vê jî teknîka dewleta Tirk pûç dikir û got, “Li çepera ez lê bûm, 3 hevalên jin û 2 hevalên mêr hebûn. Em li qiraxa kolana navîn bûn. Piştî wextekî me dît ku tecrûbeyeke mezin çêbûye. Me êdî li gorî şer gavên xwe davêtin. Hevalên Tûfan û Xwînda berpirsyarên me bûn. Ji bo pêkanîna çalakiyekê hevalên Tûfan û Hisnî çûn ser kolana bingehîn. Li wê derê ketin kemîna dijmin. Hevalê Hisnî zewicî bû. Zarokên wî hebûn. Bi vî rengî tevlî berxwedanê bûbû. Timî ji me re got, ‘Ji bo azadiya zarokên xwe û zarokên gelê Kurd têdikoşim. Di rewşekê de ku ew di nava mêtîngeriya dijmin de ye, nabe ku ez bi hêsanî li şûna xwe rûnêm’. Sekna hevalê Hisnî sekneke milîtanî bû. Gelek tişt hebûn ku Şehîd Tûfan hînî me kir. Ti carî nedihişt em bê moral bimînin.”
‘Mêhtingeriya Tirk wê têk biçe’
Dîdar Çiya dibêje, carinan dijmin ji bo bandorê li wan bike, stran lê dixistin û wiha dewam dike: “Li pêşberî vê yekê em gelekî rehet bûn. Dijmin bi tank, obus, hawanan welê lê dida, carinan guhê me kerr dibû, me nedibihîst. Wê çaxê jî taktîka hevala Hîzan diket dewrê. Dengê wê gelekî xweş bû. Hingî hemû heval dicivandin û bi dengekî bilind stran digot. Dengê wê diçû dijmin. Me ji xwe re digot, xuya ye em bi dengê xwe lîstikên dijmin pûç dikin.
Dijmin ji bo xapandina ciwanan, serî li her şêwe teknîkê dide. Bi vê yekê em kirine robot. Bi vî rengî haya me ji hin tiştan çênedibû. Lê belê di vê pêvajoyê de min fêhm kir, ku ez û gelek ciwan ji rastiya xwe dûr ketine.
Gelek kesên li Şirnexê li ber xwe dan, niha ne li cem me ne. Lê belê ji aliyê manewî ve em her tim bi hev re ne. Wê her tim di jiyana me de bin. Ya ku wê têk biçe, wê bibe dewleta Tirk a mêhtinger û har.”
Dîdar Çoya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji vê derê bang li gelê Şirnexê dikim. Çi dibe bila bibe, bila dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo hilanîna tola xwe divê timî şer bikin. Pêwîst e hemû Şirnexî vê bibînin û li gorî vê tevbigerin. Ne ez, ne jî kesên din ên tevlî berxwedanê bûne, ti carî nikarin vê pêvajoyê ji bîr bikin. Em dilsozên şehîdên xwe ne. Em bi hest û hêrsa hilanîna tola wan dijîn.”
ZEYNEP NÊRGIZ BOTAN / ANF / BEHDÎNAN