Kordînasyona Giştî ya YPS’ê li ser çalakî û şerê rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniyê rewşa şer li navendên Berxwedana xwerêveberiyê wisa ye:
NISÊBÎN: Roja 30’ê Nîsanê, li taxa Elîka bûn hedefa yekîneyên YPS’ê û di encama çalakiyeke sabotajê de 5 tîmên taybet hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Roja 1’ê Gulanê jî kepçeya zirxî 3 caran hewl da bikeve nava heman taxê û di encama derbên bi çekên ferdî de kepçeya derbxwarî neçar ma vekişe.
ŞIRNEX: Roja 27’ê Nîsanê, maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder bi roketan hat îmhakirin. Li heman cihî kepçeyek jî hat îmhakirin û operatorê wê jî hat kuştin.
Li taxa Cûmhûriyetê 2 maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra hatin rûxandin. Dema çeteyan xwest li avahiyekê bi cih bibin, û di encama destwerdana hêzên YPS´ê de 8 çekdarên dewletê hatin kuştin. Li heman cihî hêzên dewleta Tirk xwestin bikevin avahiyeke din û li vir herî kêm 7 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. Li heman taxê çekdarên dewleta Tirk derbeke din dixwin, lê encamên vê çalakiyê nehatin zelalkirin. Roja 29‘ê Nîsanê, 2 maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra li taxa Îsmetpaşa derb xwarin. Roja 1’ê Gulanê, di encama çalakiyeke sabotajê de li aliyê Tatar a taxa Îsmetpaşayê tankek şewitî û îmha bû. Heman rojê li taxa Îsmetpaşa 3 endamên tevgera taybet ên jendermeyan û çawişekî pispor hatin kuştin. Komek ji endamên tevgera taybet ên jendermeyan û maşîneke zirxî ya tîpa Kîrpî dema xwest bikeve taxê û di necama berxwedanê de 4 çekdarên jenderme û polîsek hatin kuştin, 2 jenderme jî birîndar bûn. Heman rojê li ketina taxa Gazî Paşa 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Roja 1’ê Gulanê li ser rêya Sêrtê ya li taxa Bahçelîevlerê jî tankekji aliyê hêzên YPS´ê be hat îmhakirin û çekdarekî dewletêî jî hat kuştin. YPS´ê da zanîn ku 2’ê Nîsanê di encama çalakiya bi roketan de 2 çekdarên dewletê hatin kuştin. YPS´ê der barê çalakiyên encamên wan zelalkirî de jî got, ew agahiyên berfireh paşê eşkere bikin.
WAN: Li navçeya Wanê Îpekyoluyê ev hefteyek eçekdarên dewletê dest bi operasyoneke eskerî kirine. Roja 1’ê Gulanê danê sibehî ketin malekê piştre di navbera 2 endamên YPS’ê û çekdarên dewleta Tirk de şer qewimî. Yekîneyên YPS´ê yên ji derve jî dest werdan çekdarên dewletê. YPS dide zanîn ku kuştî û birîndarên ji hêzên dewletê hene, lê hejmar nehatiye zelalkirin û endamê wan Cîger Malazgîrt jî jiyana xwe ji dest daye.