Çalakgerên greva birçîbûnê bi berxwedana xwe dikevin sala nû. Piştgiryiya bi çalakiyê re xurt dibe û di çalakiya li Strasbourgê de jî peyama piştgiriyê ya bi berxwedanê em ê bi ser kevin derdikeve pêş.
Greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger ya ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Fransayê Strasbourgê 17’ê Kanûnê dest pê kiribû û di roja 15’an de dewam dike. Bi hezaran kes çûn serdana 15 çalakgerên ji her çar parçeyên Kurdistanê.
Piştgirî zede dibe
Endam û rêveberên Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) ên li bajarên Swîsreyê Zurich, Basel û St. Gallenê çûn serdana çalakgeran û destek dan çalakiyê. Di serdanê de ji bo şikandina tecrîda li dijî Ocalan bang li her kesî hate kirin da ku bi erka xwe rabin.
Gelek saziyên li Elmanyayê xebatan dikin jî piştgiriyê didin çalakiyê. Meclîsa Jinan a Ekîn Wan a Troisdorf, Mala Çandê ya Troisdorf International, Mala Çandê Bonn Deutsche û gelek endam û rêveberên saziyên Kurd û Elman piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya li Strasbourgê diyar kir.
Ji Awusturyayê jî komek Kurdistanî û rêveberên saziyan bi armanca piştgirîdayîna çalakiyê hatin Strasbourgê.
Herwiha Rêveberên KONGRA-GEL û KNK’ê Remzî Kartal, Nîlufer Koç, Zubeyîr Aydar û rojnamevan Ferda Çetîn jî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.
Fedaî û hevrêyên Rêber Apo ne
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li ser navê heyeta KONGRA-Gel û KNK’ê axivî û got, “Grevên birçîbûnê di dîroka têkoşîna me de xwedî cihekî gelekî girîng e. Di vê pêvajoyê de pêşengên grevên birçîbûnê yên li welat û Ewrûpa fedaî û hevrêyên Rêber Apo ne. Gelê Kurd wê dora Ocalan bibe xelek û wê serketinê bi dest bixe.”
ANF/STRASBOURG
‘Bi ruhê 14’ê Tîrmehê’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê çalakiyên grevên birçîbûnê û sala nû de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê got, “Berxwedana greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger, ku parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo dest pê kiriye, li hemû girtîgehan mezin bûye û gelê me li her devera ku Kurd lê ne, xwedî lê derdikeve. Gelê me bi ruhê 14’ê Tîrmehê li çar aliyê Kurdistanê ji bo jiholêrakirina desthilatdariya AKP-MHP’ê wê bi roleke dîrokî rabe. Faşîzma AKP-MHP’ê çi dike bila bike, nikare pêşî vê berxwedana bi rêbaz û ruhê 14’ê Tîrmehê bigire.”
Faşîzm wê têk biçe
KCK´ê balkişand ser bûyerên dawî yên li Kurdistan û cihanê jî û got, “Bûyerên siyasî yên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diqewimin, asta dijminatiyê ya li Kurdan û hêzên demokrasiyê ya li herêmê careke din raxistiye pêş çavan. Pêwîstî bi rêbaz û ruhekî heye ku êrişkariya faşîzma qirrker têk bibe. Ev yek jî rêbaz û ruhê serketinê ye ku xwe dispêre hêza xwe û di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dide. Êrişkariya faşîst a niha, rêbazeke berxwedanê û asteke têkoşînê li ser me ferz dike ku em karibin êrişkariya dijmin ji holê rakin û wê têk bibin. Ev yek jî di dîroka têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê de heye. Heger em karibin vî ruhî û vê rêbazê di têkoşîna xwe ya demê de bi cih bûne, wê serketin teqez be, tecrîd bişikê û faşîzm têk biçe. Em girtiyên li zindanan hemûyan, berxwedêrên li Ewrûpa, Kurdistanê û her devera cihanê tevlî vê berxwedanê bûne, careke din silav dikin û bang li gel û dostên xwe dikin ku 2019’an bikin saleke mezin a têkoşînê, ji bo şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê bi rola xwe rabin.”
NAVENDA NÛÇEYAN