Çalakiya xwendekarên Mala Piştgiriyê ya Orhan Dogan a 5 rojin berdevam dikin bi serkefinê bi dawî bû. Piştî Waltiya Êlihê diyar kir ku protokolên di navbera Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî û Şaredariya Êlihê dê heta roja înê bi dawî bibin û xwendekar dikarin dawiya hefteyê perwerdehiya xwe berdevam bikin; xwendekaran çalakiya xwe bi dawî kir.
Çalakiya xwendekarên Şaxa Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan (ODEM) ku 5 roijin bi armanca şermezarkirina girtina ODEM'ê didome bi serkeftinê bi dawî bû. Xwendekarên ODEM'ê li dijî biryara Waltiya Êlihê ya girtinê 5 rojan mala piştgiriyê terknekirin û çalakiya runiştinê li dar xistin. Xwendekarên ODEM'ê diyar kirin ku mafê perwerdehiyê yê bê pere tu kes nikare betal bike û bi biryar çalakiya xwe berdevam kirin û piştî Walîtiya Êlihê paş ve gav avêt çalakiya xwe bi dawî kirin.
Hevdîtinên Endema Lijneya Kordînasyona KCD'ê û Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata û Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel ên bi Waltiyê re bi armanca biryara girtina ODEM'ê paşve bê kişandin hatin kirin, bi erenî encam bû. Hevdîtinên Akat Ata û Temel bi Waliyê Êlihê Ahmet Turhan re kirin bi erenî lihevhatin çêbûn. Piştî di hevdîtanan de Walî Turhan, da zanîn ku protokolên fermî di navbera Şaredarî û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî heye roja înê bên îmza kirin bi dawî dibin xwendekar dikarin dawiya hefteyê perwerdehiyê bibînin û li ser vê yekê xwendekaran çalakiya xwe bi dawî kir.

Piştgiriyê deng veda
Şaredar, BDP, KCD'ê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî piştîgirî dan xwendekaran. Endema Lijneya Kordînasyona KCD'ê û Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata û Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Êlihê, Parlementerê BDP'ê Îdrîs Baluken, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Endama MYK'ê ya BDP'ê Yildiz Aktaş û Fatma Kurtulan, Endamê Meclîsa BDP'ê Îzzetîn Çagri, Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu, Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê û bi hezaran xwnedekarên li dibistanên Êliyhê dixwandin piştgirî dan xwendekarên ODEM'ê. Esnafên Kolana Hûnerê jî dem dem bi girtina dikanên xwe piştgirî dan xwendekaran.


 DÎHA/ÊLIH