
Metirsî mezin e
Daxuyaniya KODAR wiha ye: “Dîrok, Kurdan bi çanda wan a berxwedanê nas dike. Kurdîtî êdî bi berxwedanê re hemwate bûye û bêyî hev nayê fikirandin. Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ê herêmê ye her timî li rastî dagirkirin, mêtîngehkirin û qirkirina hêzên desthilatdar hatiye. Xaka Kurdistan ku xwedî cihekî stratejîk e di Rojhilata Navîn de ji lewma her bizavdariyeke li herêmê çêbûye rasterast bandorê li gelê Kurdistanê kiriye. Xaka Kurdistanê ya dewlemend, nasnameya wê ya qedîm û otantîk, dewlemendiya wê ya mezhebî, zaravayî û çandî li hember zîhniyeta tekparêz û yekreng a dewleta netewe li ber xwe dide û radestiyê qebûl nake. Îro di çapa navdewletî de komeke nexweş û terorîst bi bêrehmî li ser gelên herêmê û bi taybet jî li ser gelê Kurd de dibin. Îro hemû rengîniyên bawerî, çand, ziman û nasnameyên herêmê dibin metirsiya qirbûnê de ne. Di serî de gelê me yê Kurd û di navê de jî gelê me yê Êzidî, Şebek, Xirîstiyan, Tirkmen û her weke din dibin metirsiyê de ne."
Xwe parastin şert e
Di daxuyaniyê de tê gotin ku di nava gelê Kurd de herî zêde gelê Êzîdî ji ber baweriya xwe li rastî qirkirinê hatine, yê herî zêde çand û baweriya xwe parastiye gelê Kurdên Êzîdî yên Şengalê ne. Di vê mijarê de jî wiha hate gotin: "Gelê me yê Êzîdî li hember her cure êrîşan zanîne xwe biparêzin û li ber xwe bidin. Li Rojava ev du salin bênavber êrîş dibin ser destkeftiyên gelê me lê, ji ber xwe rêxistinkirine, xwedî sîstem û mekanîzmayeke parastin in nekarîne encameke dixwazin bi dest bixin. Şengal ku sembola çanda Kurdan a herî kevnar e bû hedefa van komên terorîst û berdêleke mezin hate dayîn. Ev komkujî wê ti carî ji bîra Kurdan neçe û em ê girêdayî bîranîna şehîdên Şengalê bimînin. Bersiva me ya herî wê ji bo van komkujiyan avakirina jiyaneke azad a nû û parastina çanda kevnar a Kurd e. Me di rastiya Şengalê de dît ku eger gelek rêxistinkirî nebe û ne xwedî hêza xweparastinê be wê ji êrîşan re vekirîbe. Ev bîlançoya giran û bi êş ya Şengalê encama xwe nerêxistinkirinê ye û ji bo Şengalên nû dubare nebin divê em weke gelê Kurd li her derê xwe rêxistin bikin û hêza xwe ya parastinê ava bikin.
DAIŞ li dijî Îslamê ye
KODAR bal kişand ser sedema avabûna rêxisitna çete û got: "DAIŞ ne tenê zirarê dide gelê me yê Êzîdî, ji bo tevahî gelên herêmê metirsiye û dijmineke hevbeş e. Dibin navê DAIŞ’ê de dixwazin nefret û kîn li hember çand û baweriya Îslamiyetê ku baweriyeke aştiyê ye û oleke hûmanîst e pêş bixin. Sazkirina DAIŞ’ê bi xwe êrîşbirina ser Îslamiyetê ye û hedefkirina Îslamiyetê ye. Dixwazin gelên herêmê û baweriyên li herêmê berdin hev û nîfaqê bixin nava gelan de. Di çanda gelan de hev qirkirin nîne, eger hev qirkirin çêbûbe jî ev ne çanda gelan e çanda hêzên desthilatdar yên dijminên gelan e."
Dema yekîtiyê ye
Daxuyaniya KODARê wiha bidawî dibe: "Îro ciwanên Kurd dibin navê Hêzên Parastina Kurdistanê de (HPG-YJA STAR, YPG-YPJ, PÊŞMERGE) hemû gelê Kurd û heta gelê herêmê diparêzin. Bi van êrişên DAIŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê re ji her demê zêdetir derfetên yekîtiya neteweyî çêbûne û şert û mercên wên pijiyane. Ev yekîtiya neteweyî ne tenê bi rêya hêzên parastinê di vê di her warek de pêk were. Bi taybet hêzên pêşeng ên civakê derdorên rewşenfikir, siyasetmedar, rojnamevanên Kurd û hwd. divê yekîtiyeke mînak di navbeyna xwe de çêbikin û pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Ev şert û mercên îro çêbûne eger rast werin nirxandin xwedî nirxeke mezinin.”
NAVENDA NÛÇEYAN