Her yek biquwet, her yek ciwan, çavsor, bihêrs, binefret, her yek wekî şêrekî çolan bûn. Şer dikirin, li gorî wan şerê wan şerê Xwedê, şerê wan şerê Qur'anê bû, ji ber wê jî hema her tişt, kêf û zewq, jin û keç ji wan re helal bû. "Şêr" bûn, şêrên Xwedê... Bi vî awayî têgihîştîbûn, perwerdê wan bi vî awayî, jiyan û temam tevgerê wan bi vî awayî bû.
Qelew bûn... Pî û baskê wan, sîng û lingê wan, temam laşê wan li gorî dijwariya şerê bû. Tunebûnê nedîtîbûn, li dinyayê her tişt ji bo xwestekên wan bû, hêz li rêxistinê wan, çek li milê wan, bombe û gule bi hezaran, tanq û top di bin destê wan de bû. Li dinyayê kes tunebû ku destê wan bigire û li himberî gotinên wan dev û lêvê xwe veke û sekneke dijî wan nîşan bide û li himber bisekine. Hema kî/ê li dijberî wan tiştek negot, mafa xwediyê wan gotinan tenê mirin bû. Mirin jî ne wekî mirineke "însanî", serjêkirin û mirina bi hezar şêwe îşkenceyan... Her gotinê wan ferman, her axaftinê wan wekî Qur'an bû.
Li gorî emîren xwe, her yek nûnerê Îslamê bûn, lê ne îbadet, ne wekî din, dinya ji wan re xweş bû. Bi baweriya vê rewşa xweşik, dest avêtin li warê Kurdistan jî... Çi ku heya niha di pişta Kurdistanê de hêzên mezin tunebû. Kurd bêkes û bêxwedî bû. Hezar sal e bê ax û bê maf bû Kurdistan. Axa wan xêynî wan ji her kesî re war bû. Hema kî desthilatdar be, yekem ceribandina zext û pestê xwe li ser Kurdan bû. Kurd bêhêz û bê bez bû. Kuştina Kurd hêsan bû, Kurd kuştin bê hêsab û bê dad bû. Li Bexda, li Şam, li Tehran û li Enqere kes ne li pişta wan bû. Heke tu ji bo bihuştê xêr bixwazî, karê herî hêsan kuştina Kurdan bixwe bû. Ya bi vî sedemê jî, êrişa li ser Kurdan, ji bo serkeftinê kareke bêhempa, îşeke hêsan û çiqasî bêjî ewqasî erzan bû...
Ji ber wê jî, endamên bihuştê hêzên xwe kom kirin. Ji Musilê topên xwe, li Felûcê, li Raqayê, li Nînova bigirin heta li Selahaddinê çekên xwe rakidin, li ser kuştina Kurdan sonda xwe vexwarin, siware û tanqan bar kirin, ji Başûr, berê xwe dan Kurdistan û êriş kirin. Baweriya wan, bi kareke hêsan ve qezenca xêrên herî mezin, çuyina bihuştê bû.
Di destpêkê de şer giran bû. Bi êrişeke tund lê dan. Axa Kurdistan serî heta binî, bombebaranê ve kutan. Her ku lêdan, bawerî hat li ser dilên desthiladaran, desthilatdar destên xwe mizdan, çi ku ji bo xeniqandina Kurdan êdî amureke bi vî rengî tu car nediket destan...
Lê nebû... Bi tu şiklî çênebû... Îja ew "Kurdên berê", li Kurdistan tu nebû. Kurd pê xwe hesiyabû. Ew tanq û top çare nebû. Çi ku Kurd, berxwedanî hîn bûbû. Îja ev berxwedanî şêwazeke giyanî, di şerê de hêzeke cûda bû. Fêrbûna Kurdan ji çek û sîlahan wêdetir tişteke bêhempa, sekneke nepenî bû.
Îja kesên ku berî demekî dengê xwe dernedixistin, gelo ji asta Xwedê îlhamek hat çi, vêcar bi sê dengan awazê xwe rakirin û qîrkirin, ji bo parastina Rojava xwe wek xwedî peywir dîtin. Gava ku Kurdên "çîprût" li Rojava, li himberî êrişên çete ya Rojhilata Navîn berxwe dan, êdî, hêdî hêdî, herkes têdigihîje; berxwedaniya Kurd agirek e, her kî, her çi hêz dibe bila bibe, gava ku neheq bû, li himberî vê berxwedaniyê dagirkerî çi gotin, nikarin tiliyê xwe jî bilivînin.
Berxwedanî vexwarineke biagir e
Kom bi kom, li her derê dinyayê hatin. Li çiya mabûn, berf û baran, seqem û serma xwaribûn. Li gorî emîrên wan, sûdgirtina wan ji Qur'ana pîroz dihat. Bi vî awayî, îmana xwe bi dengê pêşrewan, bi gotinên emîran tûj kirin. Xwarin û vexwarin, ji emîran mizgîniyê bihuştê standin.