Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) berxwedana 9’ê Gulanê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan ku sala 2010ê li girtîgeha Evîn ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin bi bîr anîn. Du daxuyaniya PJAK’ê de tê gotin “Berxwedêrên girtîgeha Evîn, ji bo azadiya mirov û civakê bûne destpêka têkoşîn û paradîgmayek nû û bi şehdeta xwe jî bûne nasnameya vê têkoşînê."
Koordînasyona PJAK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan dike ku bidarvekirina Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan careke din aşkereye bûye ku dijminên gelê me, di sedsala 21. de jî di siyaseta xwe ya înkar û jinavbirinê de bi israr in.
Darvekirina 9’ê Gulanê PJAK wekî terora dewletî ya li dijî gelê Kurd bi nav kir û di vê der barê de di daxuyaniyê de ev tê gotin: "Terora dewletî ya sedsala 20’mîn a li dijî gelê me, 9’ê Gulana 2010’ê bi awayekî eşkere derbasî sedsala 21. bû. Lê 9ê Gulanê ne tenê nîşana siyaseta herî namerdane ya dagirkeran li ser gelê me, ew di heman demê de sembol û nîşaneya xweragirî, berxwedan û têkoşîna nû ya gelê me bû. Berxwedana hevalên me ya li girtîgeha Evîn, perspektîfa têkoşîna nû ya gelê Kurd ji dawîlêanîna dagirkerî û gihiştina azadiyê ye. Berxwedana 9ê Gulanê esasê têghiştina rêbazê neteweya demokratîk ya rêbaza Apocîtî bû."
Koordînasyona PJAK destnîşan dike ku berxwedêrên berxwedana 9ê Gulanê heta dawî jî çareseriya pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka sereke ya demokrasiyê ditînin û ev têkoşîn wekî têkoşîna hemû gelên li Îranê didîtin. PJAK ku di balê dikişîne ser berxwedan û biryardariya Şîrîn Elemhulî, vê yekê wekî serketina berxwedana jina azad li dijî sîstema mêrparêz û êşkenceger û qonaxek nû di têkoşîna jinê de li Rojhilatê Kurdistanê bi nav dike.
Koordînasyona PJAK’ê her weha diyar dike ku berxwedana 9ê Gulanê li dijî bêdengî û bêhelwestiya civaka navnetewî ya li beramber gelê Kurd jî peyamek bû û tîne ziman ku ewê di têkoşîna xwe de van hevalên xwe her tim bibîr bînin û di hemû qadên têkoşînê de berxwedêrî û biryardariya wan ji xwe re bingeh bigrin.


ANF/SINE



PAJK’ê şermezar kir 


Koordîsyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera darvekirina Şêrîn Elemhulî, Ferzat Kemanger, Ferhad Wekîliyan û Alî Hayderiyan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku em bejna xwe li hember tevahî şêhîdên azadiyê ditewînin û wan bi minet bibîrtînin. Koordîsyonê destnîşan kir ku di heman demê de rejîma Îranê û zihinyeta wê ya darvekirinê lenet û şermezar dikin.
Koordîsyona PAJK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd li her çar perçê Kurdistanê isbat kiriye ku êdî tu hêz, tu rejîm û tu dewlet nikare wî ji nirx û nasnama azadiyê dûrbixe. Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “  "Em dixwazin bêjin ku çawa Sedam,f aşîzma 12 Eylûlê û rejîma BAAS li hember berxwedana gelême bibinketin , rejîma Îranê jî li hMmber tekoşîn û vîna gelême wê heman encamê bijî . Li ser vê bingehê û Ji bo em pêşî li dar vekirinên nû bigrin , banga me ji bo hemû tevgerên Kurdisatanê , hêzên demoqrat û rêxistinên jinan ewe ku ; li hember faşîzma rejîma Îranê em tekoşînê bilind bikin.” 


ANF/BEHDÎNAN