Demîrtaş: HDP demildest divê ji hewaya ‘betlaneyê’ derkeve û dakeve meydanê. Heke hûn fêhm dikin ku ji bilî berxwedanê ti rêyeke din tine, divê pêşî hûn li ber xwe bidin û rêxistiniya berxwedanê bikin û layiqî desteka gel bin.
Hevserokê berê yê HDP’ê yê rehînkirî, Selahattîn Demîrtaş li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi nivîsekî fikra xwe vegot. Demîrtaş got, “Sînordarkirina têkoşînê ya Meclîsa ku fonksiyona wê nehatiye hiştin û li wir lîstina demokrasîtiyê, tam jî daxwaza bloka faşîst a AKP-MHP’ê ye.”
Demîrtaş di destpêka nivîsa xwe de got, “Nivîsên min ramanên min ên şexsî û pêşniyazên min in. Ji ber ku peywireke min a ku temsîla HDP’ê dike tine, ev raman ji hêla sazûmaniyê ve HDP’ê temsil nakin. Desteyên rayedar ê partiya me û berdevk jixwe vê dikin. Ez di HDP’ê de ne ‘rayedar’ lê weke hemû hevalên xwe li bara gelê xwe ‘berpirs’ im.”
Demîrtaş di nivîsa xwe de bal kişand ser nejirêzêbûna hilbijartinan û got, “Nirxandina hilbijartinên 24’ê Hezîranê ya tenê bi rengê pêvajoya hilbijartinan a antî-demokratîk û bi gotina ‘Qediya û bû, em li hilbijartinên pêş binerin’ wê nêzîkatiyeke şaş û kêm be.”
Ez û birêveberî berpirsiyar in
Demîrtaş got, îhtîmala ku bloka faşîst di hilbijartinan de bi paş bixin hebû, lê bi astên cuda pêşnedîtînî, ne degelî û xeşîmî hebûye û ji bo vê jî fersend baş nehatiye bikaranîn, “Di vê de ez jî di nav de berpirsyariya hemû rêveberiyê heye. Di vê mijarê de hê jî bi rengekî ku ji gel re vekirî, nedana rexneyeke têrkar jî kêmasiyeke mezin e.”
Divê rexne li xwe bên girtin
Demîrtaş çend kêmasiyên dema hilbijartinê nîşan dan, û got, “Mînak çima pêşî li dizîna dengan nehate girtin, pergala kompûterê ya navenda partiyê ku ev 3 hilbijartinên bê kêmasî sakzar e, çima şeva hilbijartinê nexebitiye û rûxîna wê nehatiye vegotin. Lê ji ber ku meseleya sereke ne ev e, ez vê meseleye tenê bi bîr dixim. Ji ber ku, weke ku beriya niha min gotî, antîdemokratbûna hilbijartinan ne surprîzek bû û ne jî ji bo pêşî lê were girtin têra xwe tevdîr hatibûn standin. Piştî hilbijartinan zelaltir derketiye holê ku meseleya esil, ne mijara kêmasiya haziriya hilbijartinan e. Meseleya esil ew e ku piştî hilbijartinê wê çi bê kirin, ti haziriya vê nehatiye kirin, nêzîkatiyek bê pêşbînî û bê tevdîr heye. Pirsgirêka mezin ew e ku hem tespîta wê hatiye kirin ku ev hilbijartin wê ne hilbijartinên jirêzê bin û encam çi dibe bila bibe wê têkoşîna dijî faşîzmê li her warî xurt bibe, lê piştî hilbijartinan di dest we de ‘nexşerêya têkoşînê’ nebe. Ev tam apolîtîkî ye. Tê maneya ku mirov gel bi insafa faşîzmê re bihêle.
Divê HDP dakeve meydanan
Lê ya ku pêşeng divê pêşî bikin ew e ku demildest xeteke nû ya berxwedanê diyar bikin û di pratîkê de vê deynin holê. Sînordarkirina têkoşînê ya Meclîsa ku fonksiyona wê nehatiye hiştin û li wir lîstina demokrasîtiyê tam jî daxwaza bloka faşîst a AKP-MHP’ê ye. Ji bo vê jî HDP demildest divê ji hewaya ‘betlaneyê’ derkeve û dakeve meydanê. Di rewşeke wiha de ku parlamen, destûr, qanûn, daraz hatine têkbirin, mixalefeteke ku mafê protestoya demokratîk bi kar nayîne wê çawa hêviyê bide gel? Bi taybeyî hin berdevkên siyasî yê partiyê, bi hinceta ku desthilatdaran aciz dikin, bi peyvên hilbijartî, rexnekirina nerm a faşîzmê û wiha hewldana avakirina dîmena ku mixalefetê dikin, pirr beloq xuya dike û ez bawer dikim ev yek gel jî bêhnteng dike.
Ew beşên ku hêvi ji wan tê kirin ku pêşengiyê ji gel re bikin divê zêdetir wêrek û xwedî helwêsteke biryardar bin. Bêyî ku mirov berdêldaniyê bîne ber çavan, mirov nikare li bendê be ku hine din berdêlê bidin. Wekî hûn tespîta wê dikin ku li dijî sazûmanîbûna faşîzmê divê mixalefeke demokratîk a karîger were kirin, naxwe divê pratîka we jî li gorî vê be. Divê hûn têkoşînê di nav gel de bi rengekî herî karîger bidin. Divê hûn pirraniya wext û enerjiya xwe bidin xebatên rêxistiniyê û çalakiyên demokratîk.”
Ocalan aktorê herî xurt ê aştiyê ye
Li ser girînigiya şikandina tecrîda li dijî Ocalan jî Demîrtaş got, “Divê hûn bi hemû Tirkiyeyê bidin fêhmkirin ku rêya herî karîger a şikandina vê xeleka şer, bidawîanîna tecrîda herî bêexlaq û bêhiqûqî ya li Îmraliyê ye ku ev 4 sal in didome û bi qebûlkirina wê ye ku Ocalan aktorê herî xurt ê aştiyê ye. Heke hûn fêhm dikin ku ji bilî berxwedanê ti rêyeke din tine, divê pêşî hûn li ber xwe bidin û rêxistiniya berxwedanê bikin û layiqî desteka gel bin.
Mixalefeta Tirkiyê pêdivî bi partiyeke nû nîne, pêdivî bi hedefeke xurtir heye. HDP jî xwedî vê potansiyelê ye, zemînekî wê yê xurt ê gel heye û hêzeke siyasî ya têra xwe xurt e. A girîng ew e ku rêxistiniya vê potansiyele were kirin û mirov tevbigere.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN