Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, civîna bîranînê hat kirin. Piştî nîşandana sînevîzyonê, rêveberên Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê axivîn û destnîşan kirin ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd e. 

Li bajarê Fransayê Marîgnanê bi tevlîbûna yekî ji berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê Fûat Kav çalakiyeke bibîranînê bi rê ve çû. Kav li vir got, "Niha her kes wan, tevgera wan nas dike. PKK ne tenê tevgera Kurdan e, tevgerek e ku hemû gelan diparêze."

Li bajarê Franseyê Montpellierê Hevseroka NCDK´ê Zubeyde Denîzhan û siyasetvan Şenol Han gotin, bi saya sekna 14'ê Tîrmehê, Kurd û PKK gihîştine vê rojê. Yek ji şahidên wê demê Îdrîs Guzel û nûnera Tevgera Jinan jî di bibîranînê de axivîn.


Bend û fedakariya li dijî xiyanetê

Merasîma bîranînê ya li bajarê Lyonê jî li Komeleya Çanda Mezopotamyayê pêk hat. Qisekeran qala pêvajoya 14'ê Tîrmehê kir û got, 14'ê Tîrmehê bend û fedakariya li dijî xiyanet û teslîmiyetê ye.

Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê, merasîma bîranînê li NCDK´ê pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Piştî nîşandana sînevîzyonê, hate ragihandin, ku ruhê 14'ê Tîrmehê li Rojava, li Bakur û her devera Kurdistanê bi ser ketiye û berxwedêrên li Kobanê û Cizîrê şehîd bûyîn, hatin bibîranîn.

Li bajarê Elmanyayê Freiburgê, Komîsyona Malbatên Şehîdan li NCDK´ê civîna bîranînê organîze kir û tevî nûnerên Meclîsa Gel a Freiburgê, Meclîsa Jinê ya Nûda, Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî û KOMAW'ê bi qasî du sed kesî tevlî bûn.

Li bajarê Elmanyayê Hanaûyê jî bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan li NCDK´ê ji bo bibîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê semîner hate lidarxistin. Siyasetvanê Kurd Serhat Agirî got, tevgera azadiyê ya Kurd bi saya berxwedaan 14'ê Tîrmehê mezin bû. Di semînerê de ji bo civîna gel a 23'ê Tîrmehê ya li NCDK´a Frakfûrtê banga tevlîbûnê hat kirin.


 NAVENDA NÛÇEYAN