Şervanê YPS’ê Mehmet Aslan ku ji destpêka berxwedanê vir ve li ber xwe dide da zanînku wan ji ber derbeya AKP’ê ya li ser vîna gelên Tirkiyeyê pêk aniye xendek kolandine. Aslan diyar kir ku di hilbijartinan de vîna gelan tune hatiye hesibandin û pêvajoya berxwedanê wiha anî ziman: “Ev di esasê xwe de derbeyek bû. Piştî vê yekê nijadperestî û şovenîzm li ser vîna gelan zêdetir bû. Xendek jî amûreke parastinê ye û ji ber vê hatin kolandin. Ji ber ku kesên serî netiwandin dihatin binçavkirin û bi komkujiyan re rû bi rû diman. Divê ev rastî ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve jî baş bê dîtin. Dema rêveberiyên cewherî jî hatin îlankirin gelek kes hatin girtin.”




‘Me biryara rêveberiya cewherî da’


Aslan pergala Tirkiyeyê jî rexne kir û got ku ev pergal bi xwe re tu tiştî nayne û wiha berdewam kir: “Me biryar da ku em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin û ji bo jiyana nû pêvajoya înşayê hat destpêkirin. Gelê me jî piştgiriyek mezin dide xendekan. Ji ber vê jî çeteyên alîgir û AKP’ê bi darê zorê gel koçber kir. Tabî vê tiştê jî çapemeniya tirkan bi zanebûn diavêje ser YPS’ê.” 


‘Mal ji aliyê dewletê ve hatin hilweşandin’

Aslan anî ziman ku malên li Sûrê hatine hilweşandin ji aliyê top û tankên dewletê ve hatine hilweşandin û wiha pê de çû: “Her kes jî baş dizane tank û topên me tune ne. Dibistanên ku îşgal dikin veduherînin cihê karargahan. Em hemûyan baş dizanin. Heke me van malan hilweşandibûya me yê di despêkê de van dibistanan hilweşanda.”




‘Berxwedana Sûrê mîna ya Kobanê ye’

Aslan ê YPS’yî berxwedana Sûrê şiband berxwedana Kobanê û wiha axivî: “Li ser Sûrê ambargoyek mezin heye. Ambargoya av, ceyran û xwarinê heye. Bi zanebûna xwe dixwazin me bi birçîbûnê dîl bigirin. Me di destpêkê de hemû bergiriyên xwe li gorî vê rewşê girtibû. Dewlet hê jî vê rastiyê fêm nekiriye. Di berxwedanê de 6 rêhevalên me şehît ketin. Dewletê bi hemû hêza xwe êrîşê Sûrê kir. Ligel ku bi teknolojiya herî dawîn, leşker, polîs û cerdewanan ve êrîş kirin jî têk çûn û berxwedan bi ser ket. Sedema nedîlgirtina me jî vîn, bawerîya me ye.” 




‘Xwedî li berxwedanê derkevin’


Şervanê YPS’ê Aslan bang li gel jî kir da ku divê berxwedanê xwedî derkevin û wiha got: “Di pêvajoya ku em nêzîkê serkeftinê ne de divê gelê me li cihê lê dimîne çalakiyan pêk bîne. Heke gel deng nede vê berxwedanê, dibe ku sibê derengî bimîne. Ji bo ku gelê Kurd sala serkeftinê bijî divê her kes bi yek dengî li xwedî rêveberiyên cewherî derkeve. Li hember me feraseta Dehak û Hîtler heye. Heke em ji vê ferasetê re nebêjin êdî bes e, di pêvajoyên pêş de komkujiyên mezintir pêk werin. Ji bo pêşîgirtina komkujiyan jî divê em li ber xwe bidin.”

Aslan destnîşan kir ku dem ne dema molotof û keviran e, dem dema berxwedana bi çekan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hember vê faşîzmê yekane rê bi çekan re şer kirin e. Pêvajo ne pêvajoya grevên birçîbûnê ne. Ji ber ku li hember gelê Kurd bi çekên herî giran êrîş pêk tê. Divê gel AKP û çeteyan nexwe tax û kolanên xwe.” 


 DÎHA/AMED