
Konferansa Kurd a li paytexta Rûsya Moskovê, ku ji aliyê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Rûsyayê û Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdan li Rûsyayê tê lidarxistin, bi sernavê “Li Rojhilata Navîn şerê parvekirinê yê sêyemîn” pêk hat. Konferans, bi axaftina Nûnerê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurdan li Rûsyayê Araf Azamanî dest pê kir.
Azamanî li ser navê konferansê, komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, bi zimanekî tund şermezar kir.
Soro: Kurd xwedî projeya çareseriyê ne
Nûnerê KNK’ê yê Rûsyayê Selahattîn Soro piştre axivî û diyar kir, ku cîhan di nava krîzeke mezin de ye. Soro got, “Navenda vê krîzê Rojhilata Navîn e. Yek ji sedemên bingehîn ên vê krîzê jî netewe dewlet e. Vê krîzê rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ‘ê kiriye belayê serê civakê.”
Soro da xuyakirin, ku li Rojhilata Navîn pêwîstî bi nûbûnekê heye û destnîşan kir, ku Rojhilata Navîn êdî nabe bi netewe dewletan bê birêvbirin. Soro destnîşan kir, ku ji bo çareserkirina vê krîzê, projeya herî girîng ji aliyê Kurdan ve hatiye pêşkêşkirin û ev bang li Rûsyayhe kir: “Bêguman Rûsya hêzeke girîng e û divê vê hêza xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi kar bîne.
Bagdasarov: Divê Rûsya Rojava destek bike
Serokê Navenda Lêkolînê ya Rojhilata Navîn û Asya Navîn Sîmyon Bagdasarov jî di axaftina xwe de ragihand, ku partiyên Kurd cara yekê ye di vê astê de li hev dicivin û destnîşan kir, ku ev yek li hemberî kesên ku dibêjin ‘Kurd nikarin bibin yek’ bersiva herî bedew e. Bagdasarov da zanîn, ji dema rûdana bûyerên li Sûriyeyê û vir ve Rûsya têkiliya xwe ya bi Kurdan re di asta herî bilind de pêk tîne û anî ziman, bi PYD û YPG’ê re di asteke girîng de têklilî heye. Bagdasarov anî ziman, Rûsya dikare hîn bêhtir alîkariyê bide Kurdan û wiha dewam kir: “Çawa ku Ewropa çekan ji pêşmergeyan re dişînin, divê em jî çekan ji YPG’ê re bişînin. Ji bo ev yek pêk neyê, ti sedem nîne. Lazim e em têkiliyên xwe xurtir bikin.”
Ebdullah: Em destûra beyî Kurdan nas nakin
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah jî di destpêka axaftina xwe de, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, bi wesîleya salvegera 18. şermezar kir.
Hevseroka PYD’ê ragihand, hêzên navneteweyî bi dayîna mîsyonê ji bo Kurdan, dikarin pêşî li Tirkieyyê bigirin û got, “Bi taybetî divê Kurd ji sedî sed beşdarî civîna Cenevre-4 bibin. Civîneke bêyî Kurdan, destûreke bingehîn a bêyî Kurdan bê amadekirin, wê bi ti awayî eleqeya xwe bi Kurdan re nebe. Destûra Bingehîn a bê amadekirin, divê li gorî vîna civakê be. Li ser bingeha wekheviya jin û mêr be. Hemû pêkhateyên civakê di nav de hebe.”
Baydemir: AKP’ê darbe kir
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr da xuyakirin, ku hêzên navneteweyî dixwazin, mîna Sykes-Pîcotê Kurdan parçe bikin.
Baydemîr bibîr xist, ku partiya wan HDP a bi dengekî girîng cihê xwe di parlamentê de girt, niha Hevserok û gelek parlamenterên wê girtî ne û got, “Ez bi awayekî vekirî ji we re bêjim: Yek ji sedemên bingehîn ên girtina Birêz Selahattîn Demîrtaş, serdana wî ya li Rûsyayê bû. Diviyabû Rûsya li hemberî vê yekê bêdeng nemabûya. Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê bajar hilweşand, mirovên sivîl kuşt.”
Baydemîr da xuyakirin, ku divê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li pêşberî zextên Tirkiyeyê yên li Kurdan dike, bêdeng nemîne.
Îsmaîl: Yekîtiya Kurda xwurt dibe
Parlamenterê YNK’ê Îzzet Sabir Îsmaîl ê ji Başûrê Kurdistanê tevlî konferansê bû diyar kir, Kurd îro li Bakurê Kurdistanê berdêlên giran didin û got, “Ji bo azadiya Kobanê, pêmerge ji Başûrê Kurdistanê çûn Rojava û gerîlayên PKK’ê li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê, li dijî êrîşên DAIŞ’ê tevî pêşmergeyan şer dikin. Ev yek gaveke girîng e ji bo yekîtiya Kurdan.”
Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî jî got, “Pêwîste Kurd bi lez û bez yekîtiya xwe ya siyasî ava bike û di vê dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin de, bi rola xwe rabe. Parlamenta Başûrê Kurdistanê vê gavê teviziye, naxebite. Di pêvajoyeke bi vî rengî de diviyabû parlament hîn bêhtir bixebitiya.
Muslim: Daxwaza Kurdan pêşwazî bikin
Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî da xuyakirin, ku li Kobanê Kurdan tecrûbeyeke mezin dîtine û da zanîn ku pêşnûmeya destûra bingehîn a ji aliyê Rûsyayê ve hat amadekirin ji bo wan girîng e, lê têrê nake. Muslim got, “Kurdan îro projeya xwe pêşkêş kirine û dixwazin Sûriye bi federasyonê were birêvbirin. Lewma wê baş be ku Rûsya bi erênî nêzî vê daxwaza Kurdan bibe.”
Qadir: Şerê man û nemanê ye
Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hama Amîn Qadir destnîşan kir, ciwanên Kurd bi têkoşîna xwe bala tevahiya cîhanê kişandin ser xwe û got, “Ev şer êdî şerê man û nemanê ye. Lewma divê Kurd têkoşîna xwe ya aştiyane bilind bikin û ji bo siberoja Kurdistanê bixebitin.”
Dîlek Ocalan: Dibe ku dereng be
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî diyar kir, ku li Bakurê Kurdistanê bi hewldanên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyekê dest pê kir û got, “Krîza heyî ya li Rojhilata Navîn ancax bi konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin dikare bê çareserkirin. Pêvajoya heyî gelekî girîng e. Çi ji destê me kê tê, divê em niha bikin. Sibe dibe ku dereng be.”
Çîçek: Sedsala azadiya jinê ye
Seroka Rêxistina Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçekda xuyakirin, ku tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a beriya 20 salan kir, îro îspat bûye û got, “Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê. Li axa Mezopotamyayê Şoreşa Neolîtîk a Duyemîn pêk tê. Yên ku bi mîsyona pêşengiya dîrokî ya vê şoreşê radibin jî jinên Kurd in.”
ANF / MOSKOV