Mûsa, anî ziman ku hilweşandina rêjîmê wê pêk were, lê îhtîmala mezin ew e ku hêzên îslamî yên radîkal bêne şûna rêjîma, lê raman, îsrara aştî û demokrasiyê ya gelên Sûriyeyê dê rê nede guhertinên bi vî rengî.
'Çareserî rêbaza aştiyane ye'
Sekreterê Partiya Çep Mûsa, ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê nêrînên partiya xwe jî wiha anîn ziman: "Em wek Partiya Çep her dem dibêjin riya herî rast a çareseriya pirsgirêkê rêbazên aştyane ne. Çiqasî tundî li welat dewam bike jî ne mumkine bê rêbazên aştiyana pirsgirêk çareser bibin. Ji ber vê yekê pêwîste bernameyek hevdîtinan bi awayekî erênî bê destnîşankirin û li ser vî esasî kar bê meşandin. Ev zêdetirî 2 salan e bi hezaran kes hatin kuştin, bi sed hezaran kes bi çolan ketin, bajar wêran bûn û bi milyonan kes koçber bûn."
Mehemed Mûsa, anî ziman ku rejîma Baas bûye sedema kuştin û wêraniyê, lewre cihê wê di pêşeroja Sûriyeyê de tune ye. Mûsa, bal kişand ku muxalefeta Sûriyeyê jî şaş nêzîk dibe û bi awayekî fermî qebûlnekirina gelê Kurd wekî mînak nîşan da.
Mûsa bal kişand ser civînên Cenevereyê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê têne lidarxistin jî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Civîna Cenereyê ya yekemîn, bi tu awayî riyên çareseriyê destnîşan nekirin. Di civîna 2'yemîn a Cenevreyê de jî hinek alî hewl didin ku bibin şirîkên çareseriyê. Lê ji ber ku ev alî sebeba pirsgirêkê ne, ne mumkun e ku cihê xwe di çareseriya pirsgirêkê de bigirin. Dê cihê rêjîmê di çareseriyê de tune be. Divê di çareseriyê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê hebin.
'2 hêzên leşkerî nabin'
Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û rola Desteya Bilind jî Mûsa nêrînên xwe anîn ziman ev tişt got: "Em dixwazin gelê Kurd bi yek dengî di bin sîwana Desteya Bilind de tevbigerin. Her kes pşgirtiya xwe ji Desteya Bilind re nîşan dide, lê hin partiyên siyasî pirsgirêkan derdixin. Niha hevdîtin didomin û wê pirsgirêk bêne çareserkirin." Musa got ku li Rojava 2 hêzên leşkerî nabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pirsgirêka sereke wê ew be ku 2 hêzên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê hebin. Tevî ku me di hemû civînan de tekez kir ku ne mumkune 2 hêzên leşkerî li Rojava hebin. Hebûna 2 hêzên leşkerî dê rê li ber şerekî navxweyî veke."
'Deriyê sînor girêdayî DBK'ê ye'
Mehemed Mûsa, bal kişand ser pirsgirêka Deriyê Sînor ê Sêmalka û hincetên hikûmeta başûrê Kurdistanê yên wekî, "Derî di destê aliyekî siyasî de ye" û wiha axivî: "Di hemû civînên Desteya Bilind de me li hev kir ku ji dahatuyên derî sedî 50 ji bo YPG'ê, sedî 25 ji bo Asayîşê û sedî 25 jî ji bo tenduristiyê û saziyên din ên Desteya Bilind a Kurd bêne veqetandin. Kesên ku dibêjin aliyek tenê dahatuya derî ji xwe re dibe, bila kerem bikin û tevlî YPG᾿ê û Asayîşê bibin. Asayîş û YPG ne girêdayî PYD᾿ê ne."
Mûsa, destnîşan kir ku YPG artêşa Rojavayê Kurdistanê ye û hemû pêkhateyan bê cûdahî diparêz e û got: "YPG li Serêkaniyê, Til Temir û Efrînê îsbat kir ku dikare hemû pêkhateyên Rojava biparêze. Em bejna xwe li ber şehîdên YPG᾿ê yên Serêkaniyê, Heleb û Efrînê ditewînin.᾿̓
ANHA/SERÊKANIYÊ