Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) Mihyedîn Şêx Elî, bang li partiyên siyasî li Bakûrê Sûriyê kir ku bibin yek û bi rola xwe di hilbijartinan de rabin. Elî hilbijartinên federaliyê bi çanda rizgariyê ya ku rêzê ji vîna gelan re digre, pênase kir.

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî Sûriyê (Yekîtî) li Kantona Efrînê Mihyedîn Şêx Elî, derbarê hilbijartinên ji bo hevserokatiya komînan got, ew binesaziya bingehîn a serketina projeya hilbijartinan in û wiha peyivî: “Komîn wek komîteyên li gund, navçe û bajarên hersê herêman hatiye avakirine û di civakê de xwedî girîngiyeke mezin e. Her beşek ji wê nûnertiya Rêveberiya Xweser dike û beşek ji sîstema ne navendî ye, ango projeya rêvebirina xweser a her herêmekê bi xwe ye. Her komînek nûnertiya şêniyên wê herêma tê de dike.”

Şêx Elî diyar kir ku tecrûbeya sîstema komînan di hersê herêman de, tecrûbeyeke nû ye û wiha domand: “Komîn pêngaveke nû ye, ji ber vê yekê normal e ku pirsgirêk derkevin. Divê zêdetir xebat bê kirin da ku di qonaxên pêş de ev şaşîtî bên li paş bên hiştin û kesên xwedî ezmûn wek hevserokên komînan bên hilbijartin. Di nerîna partiya me de, hilbijartinên federaliyê çanda rizgariyê ye ku rêzê ji vîna gelan re, digire. Her wiha armanc dike civakê ji tevahî zihniyetên berê rizgar bike.”

Şêx Elî bang li partiyên siyasî li Bakûrê Sûriyê kir ku bibin yek û bi rola xwe di hilbijartinan de rabin. Divê her kesek berê xwe bide sindoqên dengdanê û maf û erkê xwe pêk bîne”. 


NARÎN EMÎN/ANHA/EFRÎN