
KELSÛMA ELÎ / ANHA / DÊRIK
Gelek endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên herêmên Bakurê Sûriyê bang li hemû welatiyan kirin ku ji bo dilsoziya bi şehîdan re beşdarî hemû qonaxên hilbijartinên Federaliyê bibin.
150 nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên herêmên Bakurê Sûriyê di civîna salane ya meclîsên Malbatên Şehîdan de amade bûn û gotin xurtkirina federaliyê û beşdarbûneke xurt di hilbijartinan de dilsoziya bi şehîdan re ye. Gelek endamên ku beşdar bûbûn, bang li hemû welatiyan kirin ku beşdarî çalakiyên hilbijartinan di hemû qonaxên wê de bibin.
Dilsoziya bi şehîdan re ye
Endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê, Qehreman Mihemed got, hemû destketiyên gelên Bakurê Sûriyê bi saya lehengiya şehîdan pêk hat û parastina van destketiyan tê wateya dilsoziya bi şehîdan re û wiha dewam kir: “Bi navê malbatên şehîdan, em bang li hemû malbatên şehîdan û hemû welatiyan dikin ku beşdarî hilbijartinan bibin.”
Em bibin mînaka mirovahiyê
Endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrîkê, Elî Oryan derbarê mijarê de bang li hemû malbatên şehîdan kir da ku xwedî li şehîdên xwe derkevin û wiha dewam kir: “Ev proje bi saya xwîna şehîdan hatin avakirin, ji bo wê divê ku em beşdarî hilbijartinan bibin û xwedî li şehîdên xwe derkevin, em bibin mînaka biratiya gelan, edalet û mirovahiyê ji hemû cîhanê re pêk bînin.”
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, Azad Berekat jî got, “Projeya ku em pêşiniyaz dikin, diyarkirina biratiya gelan, her pêkhateyek bi çand û nasnameya xwe nûnertiya xwe dike, ji bo wê hilbijartin pirr girîng in.”
Ji bo xurtkirina jiyana hevpar in
Endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê, Arif Alî jî li ser rola komînan di xurtkirina jiyana hevpar de axivî û got: “Em wek malbatên şehîdan piştgiriya hilbijartinên federaliyê û nexasim jî hilbijartinên komînan dikin, ji ber ku ev tê wateya jiyana hevpar û projeya Rêber Apo, ji bo wê em bang li hemû welatiyan dikin ku berê xwe bidin ser sandoqên hilbijartinan.”
Şehba jî ji hilbijartinan re ama de ye
Komîseriya Bilind a hilbijartinan, hezar û 200 kartên hilbijêran li welatiyên gundê Kefer Nasih ê girêdayî navçeya Ehres a Kantona Şehbayê ya herêma Efrînê belav kir.
Piştî amadekariyên kartên hilbijêran bi dawî bûn, Komîseriya Bilind a hilbijartinan li hemû herêman dest bi belavkirina kartên hilbijêran kir; welatiyên gundê Kefir Nasih li komîna gund kom bûn û hezar û 200 kart belav kirin. Komîseriyê her wiha li navçeyên Ehres, Fafîn û Til Rifetê jî dest bi belavkirina kartan kir.
Li gorî hevserokatiya Komîseriya Bilind a hilbijartinan, 85 hezar kartên hilbijêran hatine amadekirin ku li welatiyên Kantona Şehbayê tên belavkirin.