BOTAN GERMIYAN /ROJNEWS / KELAR


Di çarçoveya beşdarbûna pêngava “Serî Hilde” de, Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarokê Kelarê çalakiyek dan destpêkirin. 

Ev sê roj in ku li Parka Leyla Qasim a bajarokê Kelarê ê ser bi îdareya Germiyanê, di di çarçoveya pêngava “Serî Hilde” de bi dirûşma ‘Heta azadiya Rêber Apo ji bo şikandina zêhniyeta zilamsalar li dijî faşîzmê Serî Hilde’, çalakî hat destpêkirin.

Endamê Komelên Ciwanên Welatparêz, Armanc Germiyanî têkildarî çalakiyên ku dane destpêkirin got, “Em weke Komelên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên têkoşer, me çalakiya konvedanê ji bo azadiya Rêber Apo da destpêkirin. Di çarçoveya pêngava ‘serî hilde’ de hinek çalakî hatine kirin û dewam dikin, heta azadiya Rêber Apo. Ji ber ku ev çend sal in ji aliyê dewleta faşîst a Tirk û hikûmeta AKP’ê ve Rêber Apo hatiye tecrîdkirin. Em ji vir jî bang li tevahiya jin û ciwanên Kurditanê dikin ku beşdarî vê pêngava Serî Hilde bibin.”

Ciwanê ji bajarokê Kelarê, Mîran Ehmed jî ku beşdarî vê çalakiyê bûye daxwaza azadiya Ocalan kir û wiha axivî: “Em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya gelên bindest e. Banga min li tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê ew e ku bêdeng nebin û beşdarî vê pêngavê bibin. Ji ber ku beşdariya her ferdekî ya nav çalakiyeke wisa, tirsê dixe dilê dijmin.”