
Merasîm bi tevlîbûna fermandarên YPG`ê û YPJ`ê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre fermandarê YPG`ê Selahedîn Bilal derbarê rola YPG’ê axivî û da zanîn ku YPG’ê hêza parastina hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistê ye. Piştî axaftinê 35 endamên dewreyên soz dan û piştî sozdanê bawername li şervanên nû hate baelvkirin. Merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.
EFRÎN
Fermannameya 18 saliyê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) fermanameyek ji hemû tabûr û tugayên xwe re sand û bal kişand ku li gorî rêziknameyê kesên dibin 18 saliyê de ji bo leşkeriyê nayên girtin û yên ku rêziknameyê binpê dikin, wê bêne darizandin.
Di fermanameyê de hate xwestin ku li gorî benda 2’yan a madeya 5’emîn a rêziknameya YPG’ê ku dibêje “Qedexeye kesên dibin 18 saliyê de tevlî YPG’ê bibin” tev bigerin.
Di fermameyê de hate destnîşankirin ku kesên van mandeyan binpêbikin dê li gorî benda 3’yan a madeya 5’an û benda yek a madeya 18’an sewqî dadgeha leşkerî bêne kirin.
Bendên rêziknameyê yên behsa wan tê kirin wiha ne:
n Benda 2’yan a medeya 5’an: Hemû welatiyên Suriyê yên ku 18 saliya xwe derbas kirine û rêziknameya YPG’ê qebûl dikin piştî serlêdanê û sûndxwarinê dikarin tevlî YPG’ê bibin.
n Benda 3’yan a madeya 5’an: Hemû endamên YPG’ê yên ku zagonên şer pinpê bikin û rêxistinê derbas bikin, dê li gorî biryarên fermî ji endametiya YPG’ê bêne avêtin. Her wiha kesên ku taybetmendiyên YPG’ê têde peyda nebin dê ji endametiyê bêne avêtin.
n Benda 1 a madeya 18’an: Sûcên Şer şaşiyên herî mezin in.
HESEKÊ