Akademiya Şehîd Şîlan ya Perwerdeya Leşkerî ya Efrînê dewreya perwerdeyê a bi navê 'Şehîd Şîlan' ku ji 21 şervanên YPG'ê pêk dihat bi dawî kir.
Li aliyê din Akademiya Şehîd Zinar dewreya 24 şervanên jin ên YPJ'ê ya bi navê 'Şehîd Xabûr' bidawî kir. Di dewreyê de perwerdeya leşkerî û ramanî hate dayîn. Dewreyên 45 şervanên YPG'ê û YPJ'ê nêzî du mehan dewam kirin û di vê demê de perwerdeya leşkerî û ramanî hate dayîn.
Perwerde duh bi merasîmekê bi dawî bû û şervanan sond xwarin.
ji Fermandarên YPJ'ê yên herêma Efrînê Axîn Welat û ji Fermandarên YPG'ê Selahedîn Kurd di merasîmê de axivîn û balkişandin ser rola şervanên YPJ'ê û YPG'ê di parastina gelê herêmê de. Di dawiya merasîmê de şervanên YPJ'ê û YPG'ê yên nû li ber dengê stranên neteweyî govend gerandin. 

EFRÎN




Divê em axa xwe biparêzin


Fedekarî û welatparêziya welatiyên herêma Kobanê bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ ê û îlankirina YPG’ê ji rewşa seferberiyê re bi rengekî ber bi çav xwe raxist e ber çavan.
Hemed Beko yê 65 salî û bavê 14 zarokan yek ji mînakên welatparêziya welatiyên Kobanê ye. Ji dema seferberî ji aliyê YPG'ê ve hate îlankirin heta niha Hemed Beko tevî temenê xwe yê mezin, hijmara pir a zarokan û zehmetiya rewşa jiyanî, bê navber rojane li ser benda kontrolê ya gundê xwe disekine û piştgiriya Hêzên Asayîşê dike.
Hemed Beko derbarê dildariya xebata xwe wiha got: "Ez qebûl dikim ku li ser vê bendê bimrim û nebînim ku çeteyek bêhna xwe li ser axa me vebide. Îro berpirsyartiya parastina herêmê ne tenê erka şervanên YPG'ê, YPJ'ê û Asayîşê ye. Em hemû berpirsiyarê parastina axa xwe ne."
Beko ji dema destpêka êrîşan heta niha tenê ji bo çend saetan bendê dihêle da ku zarokên xwe bibîne û vedigere. Li ser pirsa rewşa wan a aborî û şêweyê debara wan ya jiyanê Beko wiha bersiv da: "Îro tiştê herî dawî ku ez pê difikirin pere ne zengîniya rumet û şerefê ya herî girînge." Hemed Beko hemû kesên ku bi behaneya birçîbûn û belengaziyê axa berdane û berê xwe dane welatên derve şermezar kirin û banga vegerê li wan kir.
Bi axaftina xwe Beko gotina 'Ne tenê mirov bi nan jiyan dikin' rastiya bexwedan ku li herêma Kobanê tên kirin anî ziman û dawî li axaftina xwe anî.

KOBANÊ