
Berxwedana Kobanê bi belgefîlmê ve derdikeve pêşberî sînemahezan. Derhêner Veysî Altay ê ku dema pevçûnên dijwar de li Kobanê bû bi dîmenên kişandiye û hevpeyvînên kiriye bi piştgiriya Yapim 13, Komeleya Sînemayê ya Ortadogu û Mezopotamya Sînemayê ve kir belgefîlm. Di belgefîlma 45 deqîqeyan de 3 şervanên YPJ û şervanekî YPG’ê qerekterên esasî pêk tînin. Belgefîlma bi navê “Nû Jîn” bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyan berxwedane, berxwedan Kobanê ye” ve jiyana şervanên YPJ’ê Elîf Kobanê, Viyan Peyman û Arjîn ên di nava şer de vedibêje. “Nû Jîn” dê di 3’yê Îlonê de li Navenda Çandê a Şîşliyê saet di 19.30’an de bê pêşandan.
Beşeke biçûk a berxwedana mezin
Altay diyar kir ku belgefîlm tenê beşeke biçûk a berxwedana Kobanê vedibêje û wiha got: “Navê wê Nûjîn e ango jiyana nû. Jiyana ku li Kobanê bi berxwedanê re derket holê, jiyaneke nû, îdeolojiyeke nû, felsefeyeke nû, û teşe girtina Rojhilata Navîn a nû û ew jî li Kobanê bi awayeke şenber hebû. Me navê sîstema ku li wir dixwazin ava bikin da belgefîlmê. Hem Nûjin, hem jiyana nû hem jî jina nû. Jin^ne Kurd wekî ku tê zanîn Pêşengiya berxwedanê kirin. Ev belgefîlm jî parçeyeke vê têkoşînê vedibêje.”
Berhema xebata mercên dijwar
Altay da zanîn ku belgefîlm di şert û mercên giran de hatiye kişandin û wiha axivî: “Dîmenên ku me li şerê Kobanê de kişand, rojnamgerên ku rewşa wê derê ji derve re regihînin bûn.” Altay bilêv kir ku dema ewil çûye Kobanê projeya wan a belgefîlmê tunebû û ev tişt anî ziman: “Rewşekî me yê vî fikrî bifirin jî tunebû. Pêvajoyeke germ bû. Di bin şetnên pir giran de xebatek hate kirin. Piştre fikra me ya dîmenên hatin kişandin bikin belgefîlm çêbû. Piştre jî me kir belgefîlm.”
Altay bilêv kir ku belgefîlm tenê peyama jiyana li Kobanê tê înşakirin nade û wiha axivî: “Kobanê keleheke berxwedanê ye. Li Kobanê di esasê xwe de berxwedanek heye û yek jî li cem vî înşakirina jiyaneke nû heye. Wekî ku em dizanin berxwedana Kobanê bi tez û jiyana xwe ve berxwedeneke ketiye rojeva cihanê ye. Em parçeyek be jî li ser şervanên berxwedêr ên jin hewl didin vebêjin.”
‘Ji bo min deyn bû’
Altay got ku ev belgefîlm ji bo wî deynek e û wiha berdewam kir: “Ji 4 qerekterên belgefîlmê 2 kesan di şerde jiyana xwe ji dest dan. Heta hevalekî piştî hevpeyvîne me nîv saet derbas bû jiyana xwe ji dest da. Dîba çîroka Viyan Peyman vedibêje. Ji b bîranîna wan xebateke wisa çêbû.”
Altay bang li hunermendan kir û wiha got: “Kobanê eleqeya ku heq dike nedît lê divê bibe navenda eleqeya hunermendan. Ji ber ku li wir hemû şop hene.” Altay anî ziman ku heta niha filmên ku zilma dewletê dike mijar kişandiye yê vê carê berxwedana gel kiriye mijar û ev yek jî Nû Jînê ji fîlmên din cudatir dike.
DÎHA/STENBOL