Riyên hesin ên aydî Riyên Hesin ên Komara Tirkiyeyê (TCDD) li gelek cihên ku derbas dibe ji ber mu tedbîr nehatine girtin û li dora rê tel nîn e heta nihe bûye sedema mirina gelek kesan. Li navçeya Peyasê ya Amedê jî riyên hesin ên ku ji 3 taxên navendî derbas dibe heta niha bûye sedema gelek mirinan û zirarên madî. Lê li gel vê yekê jî heta niha tu tedbîr nehatine girtin. Li Batikent, Huzurevlerî, Dîclekent riyên hesin derbas dibe û heta niha li her taxê çend kes mirine û gelek zirarên madî jî çêbûye.

Bariyerên bi flaşor nîn in
Ji Gara Trenê ya Ofîsê heta Dîclekentê 6 kîlometre ye û li vir tenê 6 cihên wesayît dikarin derbas bibin hene. Ji ber ku ji bilî vê cih nîn e heta niha bi dehan wesayît di bin trenê de man. Li cihên ku wesît derbas bibin de tu tabelayên hişyariyê û bariyerên bi flaşor jî nîn e ev yek rîska qezayê zêdetir dike. Ji ber ku tedbîr nîn e heta niha bi sedan qeza çêbûne û gelek kes mirine. Li Batikentê jî welatî bêyî kontrol derbasî aliyê din ê rê dibin û li vir jî tu tedbîr nîn in. Li Huzurevlerî jî wesayît û welatî bêyî kontrol derbasî aliyê din ê rê dibin. Lê li cihên ku tedbîr hatiye girtin jî bariyer xira bûne.

Li ber dibistanê tu tedbîr nehatine girtin
Li Huzurevlerî riyên hesin i ber Dibistana Seretayî ya Hulya Tugayê re derbas dibe û li tiv tu tedbîr nehatine girtin tabelayên hişyariyê jî nîn e, tel an jî diwar jî nîn e. Ev yek ji bo felaketê re rê vedike. Li Dîclekentê jî rê li ber Kargeha Tekelê ya kevn re derbas dibe li vir jî bariyerên bi flaşor ji ber xwe vedikeve sînyalê dide carna jî nade. Ji welatiyên taxê Mehmet Can Guler diyar kir ku bariyer carna ji ber xwe dadikevin û sînyalê dide, wesayît kom dibin ji ber vê yekê jî gelek qeza çêdibin. Guler got ku ew polîsan agahdar dikin lê nayên. Guler anî ziman ku di navbera 2 mehan de 4 kes mirine, ji ber vê yeke jî dixwazine ev pirsgirêk bê çareserkirin.

'Divê diwar bê çêkirin'
Der barê mijarê de Serokê BTS'ê ya Şaxa Amedê Metîn Baygut diyar kir ku di riyên hesin de cihên ku wesayît û welatî derbas dibin bi birsgirêk in û wiha axivî: "Ji bo riyên hesin ên ku di nava bajaran de derbas dibin tedbîra herî baş çêkirina diwar e. Dema ku diwar bê çêkirin wê demê welatî jî li ser rê re dê derbas nebin. Her wiha dê qeza jî çênebin. Em di vê mijarê de weke civak baldar nabin. Ev mijar têkîldarî jiyana mirovan e lê em bihistiyar nêzik nabin."

Der barê mijarê de me xwest ji rayedarên TCDD'ê jî nêrin bigirin lê daxuyanî nedan me.

DÎHA/AMED