Di kongreyê de her sê kantonên Rojava Cizîr, Kobanî û Efrîn hat slav kirin.  Bang hat kirin ku Yekitiya Ewropayê, DYA, Rusya, Sûriye û  muxalefeta Sûriyê kantonan nas bikin.
Di encamnameya ku ji aliyê Kongereya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn ve hate weşandin de  hat diyar kirin ku ambargoya li dijî Kantona Cizîrê û xendekên li sînoran tên kolan ji biratiya gelan re xizmetê nake û  hat xwestin ku rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê dest ji van pêkanînan berde.
Her wiha hat diyar kirin ku Kongre di deme ku li Rojhilatê Navîn pêşveçûnên dîrokî û pevçûnan pêk tên de, hatiye kirin û got ev hemû dê qedera gelê Suryanî-Asurî-Keldanî-Aramî diyar bike, dînamîkên nû derketine holê dê derfetên nû bide gelan û derfetên vejînê afirandiye.
Di encamnameyê  de wiha hate gotin: “Komên xwedê zîhniyeta faşîst ji bo nirxên demokratîk yên pêş ketine tune bikin êrîşan dikin. li ser navê 3’emîn Kongreya Konseya Netewî ya Bethnahrîn em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên herêmî û navnetewî re bikeve piştevaniyê. Her wiha em Kantonên Cizîr, Koanî û Efrînê bi baweriya ku dê modelek rêveberiya demokratîk ji çarseriyê re bîne slav dikin. em bang li gelê xwe dikin ku li welatê xwe bînin û têbikoşe û xwedî li nirxên xwe derkeve.
Banga naskirina kantonan 
Di encamnameyê de hat gotin ku divê Yekitiya Ewropayê, DYA û Federasyona Rûsyayê wek çavkaniya dewlemendiyên li herêmê nenêre û divê daxwazên gelên bindest yên Suryanî-Aramî, Asurî, Keldanî baldar bigire. Divê Kantona Cizîrê û kantonên din bên naskirin û ji bo alîkariyê jî saziyên alîkariyê bikevin nava tevgerê.
Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Dema dîktatoriya rejîma Baas û muxalefeta Sûrî qedya. Divê vê qebûl bike û fêm bike. Li Sûriyê divê aştî hemû nasname û baweriyên cuda bi feraseteke demokratîk qebûl bike û divê dewleta Sûrî û muxalefeta wê kantonan nas bike.

Di encamnameya Kongreyê de hat dyar kirin ku ji ber ku pêvajoya aştiyê ji bo çareseriya pirsgirêka gelê herêmê û gelê Turd derfetê diafirînde ew jî piştgiriyê didinê. 

STOCKHOLM