Li gorî nûçeyeke kovara navdar a Elman, Der Spiegelê, Bexdayê meha Mijdarê nehiştiye Wezîrê Karê Derve yê Elman Sigmar Gabriel biçe serdana Hewlêrê. Li gorî kovarê, Gabriel xwestiye biçe serdana Bexdayê û ji wir jî berê xwe bide Hewlêrê û di navbera aliyan de navbeykariyê bike. Lê belê serokwezîrê Iraqê Heydar El-Ebadî hîç hez ji vê fikrê nekiriye û ji Sigmar Gabriel re gotiye, “Li ser serê me bê Bexdayê, lê em ê nehêlin tu biçî Hewlêrê”. 

Li gorî agahdariyên kovar dide, armanca sereke ya Gabriel serdaneke dîplomatîk a di navbera aliyan de bû. Wî xwestibû destpêka Mijdarê pêşî biçe Bexdayê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re bipeyive û ji wir jî berê xwe bide Hewlêrê, da ku binihêre ka herdu alî ji bo hevdîtinên nû ne amade ne.

Lê belê meqamên Iraqî nîşan dan ku ne bi dilê wan e, Gabriel biçe Herêma Başûrê Kurdistanê. Di nava hevdîtinên ji bo pêkanîna hikûmeteke koalîsyonê de serokwezîra Elman Angela Merkel jî ketiye nava meseleyê û bi Heyder El-Ebadî re dipeyive. Lê ew jî ne serketî bûye û li gorî nûçeyê, li ser vê yekê Sigmar Gabriel ku hîna jî heta hikûmeta nû pêk bê, wezîrê karê derve yê elmanyayê ye, serdana xwe bi temamî betal dike.


NAVENDA NÛÇEYAN