Di fuarê de îsal careke din vegera li kaxezê bal kişand ser xwe û weke çend salên bihurî pirtûk û berhemên elektronîk derneketin pêş. Ji Herêma Başûrê Kurdistanê jî Wezareta Çand û Ciwanan wê amade be li Fuara Pirtûka a Frankfurtê li Hola 5.1/E 134´ê. 

Wekî din nivîskarê Kurd Bextiyar Elî ku ji bo danasîn û îmzekirina pirtûka xwe ´Hinarî Duwayînî Dinya´ ya nû li Elmanî hatiye wergerandin wê sibê saet 15:30 deqîqeyî li dezgeha Unionverlag be. 

Bextiyar Elî wê îro wekî din saet 20:30´an li Frankfurtê be, li navnîşana Roemerberg 23´yê û bi moderatoriya Dr. Gerwig Epkes wê behsa romana xwe bike. 


FRANKFURT