Li Silêmaniyê ji aliyê şêwekar Dilsoz Bextiyar ve pêşangehekî wêneyan hate vekirin. Di pêşangehê de 100 wêneyên cûda hatin nîşan dan.

Şêwekar Dilsoz Bextiyar têkîldarî xebatên xwe wiha axivî: “Min îro di vê pêşangehê de 100 wêneyên min ji sala 2013’an de çêkirî nîşan da. Ji bo vekirina pêşengehê bav û malbata min piştgiriya min kir. Banga min ji bo hemû keçan ewe ku di her warekî ku jê dizanin dest jê bernedin û girîngiyê bidin hunerên dizanin. Her wiha daxwazê ji bav û dayikan dikim ku piştgiriya keçên xwe bikin.”


 Hêviyekî min bicih anî

Bavê Şêwekar Dilsoz Bextiyar, Bextiyar Refîq jî wiha peyivî; “Ev pîrozbahiyê li keça xwe Dilsoz dikim, ji bo vekirina vê pêşangehê. Keça min hêviyekî min bicih anî. Ev hêvîdar im ku wê karê xwe  yê şêwekariyê berdewam bike. Ez bang dikim ku her bav û dayikek alîkariya keçên xwe bikin. Ta ku bikarin sûd ji hunerê wan werbigrin.”

RÊZAN MIHEMED 

SILÊMANÎ