Referandûma li Başûrê Kurdistanê rê li ber pêvajoyeke şidiyana xwe li hev rakişandina aliyê Kurd li Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê vekir. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di rûniştina parlamentoya Iraqê de referandûm weke “şaş“ bi nav kir û xwest bê belatkirin. Heman rojê Komîsyona Bilidn a Hilbijartinan û Referandûmê ya Başûrê Kurdistanê encamên fermî eşkere kirin. Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê got, ew ê dest nedin sînoran û ew serxwebûneke bi şer naxwazin.

Di rûniştina parlamena Iraqê ya doh de mijar referandûma Başûrê Kurdistanê bû. Di rûniştinê de referandûm weke “şaş” bi nav kir û got, divê bê betalkirin: “Em bi ti awayî nîqaşê li ser encama referandûmê nakin û me ji berpirsên Herêmê re jî gotibû heger referandûmê bikin, em ê serî li rêbazên din bidin.”

 

Gef li Başûr xwarin

Ebadî îdîa kir ku ew ê li gorî destûrê “desthilata xwe li hemû deverên Herêma Kurdistanê, bidin sepandin” û wiha dewam kir: “Me li gel Tirkiye, Îran û Sûriye jî ji bo radestkirina deriyên sînor nîqaş kiriye. Roja Înê roja dawî ye ku balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê radest bikin.”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî axaftina xwe de gefa şer jî xwar û got, “Ez ji serokê Kurdan re dibêjim, bila ji me re bibêjin ka şer dixwazin yan na.”

Parlamena Iraqê di rûniştinê de li dijî Başûrê Kurdistanê 13 biryar erê kirin û di nava van de neqanûnî qebûlkirina referandûmê, li Kerkûk û deverên din ên li ser wan nehatiye lihevkirin bicihkirina eskerên artêşa Iraqê, girtina deriyên sînor ên di desthilatdariya Başûrê Kurdistanê de, desteserkirina bîrên petrolê li Kerkûkê, daxwaza vekişandina konsolos û nûneran li hemû welatên dinyayê ji Başûrê Kurdistanê, pêk anîna madeya 67´an (dikare weke gefxwarina şerî li Başûrê Kurdistanê bê şîrovekirin) û nepejirandina guftûgoyê heta belatkirina referandûmê jî hene.

 

Encamên fermî hatin eşkerekirin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandûmê ya Başûrê Kurdistanê encamên fermî yên destpêkê yên referandûma serxwebûnê eşkere kirin û da xuyakirin ku ji dengên lê % 92.73 ‘Belê’ bûne. Komîsyonê rêjeya tevlîbûnê weke % 72 eşkere kir û got, ji dengên lê %7,27 jî nexêr bûye. Ji 3 milyon û 305 hezar û 925 kesan kesên deng dayî, 3 milyon û 85 hezar û 935 dengê xwe durist bi kar aniye.


Tirkiye dost e yan dijmin e

Li aliyê din Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku berê jî gelek caran gotibû, referandûm nayê wê wateyê ku hema serxwebûn were ragihandin û diyarkirina sînoran, doh jî tevî hemû heqaretên dewleta Tirk got, “Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re kûr in û wê ji niha şûn ve jî dewam bikin.” Barzanî her wisa diyar kir ku ew serxwebûneke wan bixe şer, naxwazin. 

Barzanî li ber gefxwarinên Tirkiyeyê tenê karîbû bibêje, “Em naxwazin referandûm weke gefeke li ser ewlehiya Tirkiyeyê bête fêmkirin. Têkiliyên me û Tirkiyeyê dêrin in û dê dewam bikin. Teqez em sînoran naguherin. Wê sînor wekî xwe bimînin. Em dixwazin diyaloga xwe bi Tirkiyeyê re bi pêş ve bibin. Em serxwebûneke ku me bixe şer naxwazin.”

 

YNK jî alîgirê diyalogê ye

Berdevkê Polîtburoya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre têkildarî referandûmê got; “Niha 2 roj in (îro 3) di ser referandûmê re derbas dibin. Gelek axaftin tên kirin û dibêjin wê deriyên sînor werin girtin. Lê ev yek propaganda ye. Em amande ne li gel welatên cîran guftûgoyan bikin. Ji ber ku ev pêngava me pêk anî, projeyeke mezin e. Gelek axaftinan di nava xwe de digire.”


Em balefirgehan radest nakin 

Li aliyê din der barê biryarên parlamena Iraqê de Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, daxwaza radestkirina balefirgehên Kurdistanê ji bo Bexdayê red kir. 
Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Başûrê Kurdistanê bi wekalet Mewlûd Bawemûrad di civîneke çapemeniyê de, bi amadebûna rêveberên balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê bersiv da biryara hikûmeta Bexdayê ya radestkirina balefirgehên Kurdistanê û got, balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê milkê Kurdistanê ne û dê karên xwe dewam bikin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN





Fobiya Tirkiyeyê ya Kurd heye 

Di hevpeyvînekê de ku rojnamevana al-Monitorê Amberin Zaman bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûroyeya Demokratêk (QSD), Mazlûm Kobanê re kir, û pêr weşand, Mazlûm Kobanê ji bo referandûma li Başûrê Kurdistanê got, “Em referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê destek dikin. Xewna tevahiya Kurdan e ku her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek û Kurdistaneke serbixwe damezrînin. Lê belê rastî jî hene. Ez bêqisûr ji we re eşkere bipeyivim: Ême bi xwe, em doza sîstemeke federal li Sûriyê dikin.”

Mazlûm Kobanê got, ew xelkê Rojava temsîl dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe, “Û gelê Rojava wê ti carî nekeve nava peywendiyeke ku wê zirarê bide berjewendiyên Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê.” 

Li ser sedema xerabûna peywendiyên xwe bi Tirkiyeyê re jî Kobanê got, „Sedema sereke ku Tirkieyê peywendiyên xwe bi me re birrîn, ne PKK ye. Ev bi tenê hicetek e. Sedema sereke peywendiya stratejîk a di navbera me û DYE´yê de ye. Vê yekê fobî tirsa Kurd a Tirkiyeyê girantir kir. . Ji vê wêde hejmara herî mezin a Kurdan li Tirkiyeyê dimîne, û ev jî sedem e ku li dijî destketiyên me yên li Rojava ye. Tirkiye ji be rheman sedemê li dijî referandûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê ye.” n NAVENDA NÛÇEYAN


Benzîn ji Îranê nayê

Li aliyê din ji ber ku Başûrê Kurdistanê hem siyasî û hem jî aborî ji encamên referandûmê re neamade bû. Niha dewletên cîran û hikûmeta navendî ya Iraqê gefan lê dixwin. Ji ber ku di gelek warên aborî de ti serxwebûna Başûrê Kurdistanê nîne, jî ev dewlet zextê dikin.  Serokê Lijneya  Enerjî û Jêderên Xwezayî li Meclisa Parêzgeha Silêmanî, Xalib Mihemed ragihand ku ji saet 10:00’ê roja referandûmê ve Îranê ne hiştiye ku yek dilop benzîn biçe Herêma Başûrê Kurdistanê. Xalib Mihemed diyar kir ku nîvê benzîna Herêma Kurdistanê ji derve tê, nîvê din jî navxweyî tê hilberîn û got, heger nîvê benzîna derve neyê, wê nirxê benzînê giran bibe.

Tirkiyeyê jî gava xw eya pêşî a gefxwarina aborî li Başûrê Kurdistanê xwar. Berpirsê Rêyên Hewayî ya Pegasusê ku şirketeke Tirk e, Mehmet Nane, diyar kir ku seferên xwe yên Erbîlê rawestandine. Nane di daxuyaniya xwe de got, li gorî biryara Rêveberiya Navendî ya Iraqê ya rawestandina seferên navneteweyî ew tevdigerin.