A. Selam Baran ji girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Alîaga li Izmîrê ji rojnameya me re behsa pirtûka Orhan Çaçan a bi navê “Aşûda Koran” dike ku ji Weşanên Na´yê derçûye. Baran behsa serpêhatî û vegotina wan a çîrokî dike. “Cotek Pêlav” yek ji van çîrokan e û behsa bûyereke bi rastî qeimî dike. Jîr û Deyndar ji zaroktiyê ve heval in ku heta bi têkoşîna li çiyayan jî bi hev re wan dibe. Di vê çîrokê de peydekirina cotek pêlav bi ecamên giran bi dawî dibe, lê çîrok behsa fedakariyê dike. Di pirtûkê de vebêj Şehîd Kawa (Ali Alp) bi xwe ye ku vegotinê xweûtir dike.

  

Aşûda Koran

Yek ji çîrokan bi navê Aşûda Koran e ku di warê xeyal û fiksiyonê de bi behremendiyeke xurt hatiye hûnandin. Ev çîroka komek gerîla ye ku tevî zehmetiyên zemheriya dijwar û dojehî îradeya wan weke pola li ber xwe didin û fedaîyane erka xwe pêk tînin. Herçî serpêhatiya “Rahime” û “Barê diya min” in, behsa cinsiyetparêziya dewletê û zilêm dikin. Çîroka “Rahime” xwedî zimanekî helbestî ye ku dike ku dengê dengbêj, qewlbêj û çirokbêj di nava bîr û mejiyê me de olan bide. “Bavê diya min” îşaret bi nihêrîna desthilatan li jinê dike û dema vê dike jî ji pencereyên kor ên girtîgehê li meseleyê dinihêre. Xwîner bi vê çîrokê wê ji ber cudatiya di navbera bavê diya me û bavê bavê me hêrs bibin. A. Selam Baran dibêje, Orhan Çaçan ev xebata xwe bi bêhtir hosteyî çêkiriye û xeşîmiya di xebatên beriya niha de êdî xwe nade der. Li gorî wê nivîskar vê carê neketiya nav vegotina metaforîk û bi gotinên xwe behsa mijaran kiriye û ev jî yek ji xurtiyên vî karî ye. Di warê mijarê de jî li gorî Baran, nivîskar kariye 6 dinyayan bi 6 çîrokan de bicihkiriye û hemû weke dinyayekê raberî xwendevanan kiriye û bi van gotinan nivîsa xwe bi dawî dike: “Ev çîrok, serpêhatiyên me hemûyan in…”  


NAVENDA NÛÇEYAN