Abdullah ji 15 salan ve di vê pîşeyê de dixebite. Beriya niha di dikaneke zêr de dixebitî û bi kirîn û firotina zêr bazirganî dikir. Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, her wiha dorpêçkirina Rojava Abdullah neçar ma ku zêr bi destê xwe çê bike û bifroşe.
Abdullah derbaê peydakirina pêdiviyên welatiyan ji zêr wiha anî ziman: “Ji ber ku rêyên Rojava û bajarên mezin ji aliyê çeteyan ve hatine girtin, min parçeyên li ba xwe pişaftin û ji nû ve gistîl, gerden û bazing çêkirin.”
Abdullah da zanîn ku ev pîşe bal firehî û lêhûrbûnekê di kar de dixwaze û wiha got: “Ji ber ku ez di piyên xwe de astengdar im, piraniya dema min rûniştî derbas dibe. Ev kar jî rûniştî tê meşandin û ji min re nabe asteng.”
Derbarê pêdivî û alavên vî karî de jî Abdullah ev tişt got: “Madeyên sereke di çêkirina zêr de madeya zêr bi xwe ye û ji bo were lihêmkirin û neyê şikandin madeya sifir tevlî zêr dibe. Her wiha bi vê madeya sifir ku li gorî pirbûna wê di nav zêr de eyara zêr tê diyar kirin.”
DÊRIK