Dİ dawiya hefteya çûyî di saetên ku heyeta Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP) amadekariya çûyina Grava Îmraliyê dikir de DAÎŞ’ê ji serxetê, ji Pirsûsê li ber çavên leşkerên Tirk û bi piştgiriya wan êrîşeke mezin bir ser Kobanê. Şervanên Kurd ên li Kobanê ev êrîş têk birin û pozîsyona xwe ya di nava bajêr de parastin. Bi vê êrîşê re careke din aşkere bû; ku dewlet û hikûmeta Tirk hê jî dest ji têkbirina destketiyên Kurdan bernedaye û bona şikenandina vîna Kurdî li Rojava, bi taybetî jî li kantonên Kobanê û Efrînê wê her dek û dolabên xwe berdewam bikin. Hikûmeta AKP’ê dixwaze xitimandina xwe ya siyasî û dîplomatîk bi serkeftineke li dijî Kurdan ve veşêre.. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina dawî de pirr zelal tîne zimên, ku bêyî amadekirina zemînekî qanûnî êdî ji hêla Tevgera Kurdî ve ti gavên pratîkî nayên avêtin. Ocalan herwiha ji ber bangên xwe yên berê yên bona avêtina gavên pratîkî jî lêborînê dixwaze. Qasî ku di çapemeniyê de hate bahskirin, Ocalan bo birêvebirina pêvajoya çareseriyê nexşerêyeke bi detay datîne holê.
Balkêş e ku piştî daxuyaniyên birêz Ocalan, berdevkên AKP’ê helwesta bêşik ya Ocalan nekirin wek mijara niqaşê. Nivîskarên nêzî hikûmetê yên ku berî hevdîtina dawî ya Îmraliyê bi famkirina gorî xwe ya gotinên Serokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ketibûn nava coşê û bahsa çekberdana PKK’ê ya di nava 4-5 mehan de dikirin jî, bêdeng man. Di pêvajoya çareseriyê de hêla Kurd xwe tenê bi AKP’ê ve girê nade. Ya rast; AKP mecbûr dimîne, ku xwe gorî pratîk û helwesta Tevgera Kurdî sererast bike. Rast e, belkî mirov dikane bêje; tu muxatabekî din ê ji AKP’ê bihêztir û wêrek û dixwaze bidil pêvajoya çareseriyê bi rêve bibe, tune ye. Lê di konjektûra îroyîn de Kurd li benda muxatabekî Tirk ê xwedî biryar ku vê meseleyê çareser bike, namînin. Kurdan bi têkoşîna xwe ya bi bedelgiran, dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê kişandin ser maseya diyalogê. Kurd gorî daxwaz û feraseta AKP’ê, polîtîka û armancên xwe yên siyasî û civakî naguherînin.
Armanca Tevgera Azadiyê ya Kurdî û ya Kurdan giştan bi mafên nasnameyî, netewî û civakî di rejîmeke demokratîk de jiyaneke serbixwe û azad e. Eger mimkun be; Kurd vê yekê bo tevahiya xelkên Rojhilata Navîn dixwazin. Prosesa ku bi AKP’ê re tê meşandin jî ev bi xwe ye. AKP nebe, kîjan partiyê Tirk dibe bera bibe jî; pêvajoyê aştî û çareseriyê wê bi heman armancê bê birêvebirin.
Yanî Kurd ne mecburî AKP’ê ne!.. Kurd bi yekîtiyeke xurt di her warê jiyanê de xwe bi rêxistinî bikin û gorî armancên xwe di nava liv û tevgerê de bin; wê çaxê AKP, CHP an jî muxatabekî din ê Tirk wê dîsa mecbûr bimîne ku bi Kurdan re prosesekî çareseriyê yê gorî berjewendiyên xelkan bimeşîne.
Ji xwe polîtîkayên AKP’ê bo çareseriya pirsgirêka Kurdî û aramîbûna jiyana civakî li Tirkiyê ti hêviyê nade. Her qanûn bi feraseta ewlehiyê û bona parastina rêveberên AKP’ê yên bi rişwetê pereyên mezin bi destxistine, arteş, polîs û dewleta xwedî hişê zordest, tê amadekirin. Di heman demê de azadiya xweîfadekirina xelkê ji holê tê rakirin, daxwazên demokratîk rastî zordestiya dewletê tên. Çalakvanên siyasî bi zilma polîs û leşkeran tên îşkencekirin û zindanîkirin. Mîna di çalakiyên piştgiriya Kobanê yên di 6-7’ê Cotmehê de hate jiyîn de; têne kuştin jî... Hikûmeta Tirk dixwaze bi serkeftineke leşkerî ya li dijî Kurdan re moralekî siyasî bi dest bixe. Li hember xitimandina siyaseta hundirîn hewldide bi lawazkirina hêza Kurdan bêhnekê bistîne. Bona vê yekê, hê jî xewna ketina Kobanê ya bi destê DAÎŞ’ê dibîne û bona fetisandina Efrînê di nava lîstikan de ye. Kurd li benda polîtîkayên AKP’ê namînin. Bi AKP’ê an jî bêyî AKP’ê; bi hewldanên xwe yên demokratîk û parastinê wê him bi xwe jiyana xweser saz bikin û him jî wê mecbûr bihêlin ku muxatabê Tirk bo çareseriya pirsgirêka Kurdî gavan biavêje...