Ji dema destpêkirina hemleya rizgarkirina Mûsilê û pêla koçberiya ji Bokemla, Meyadîn û Dêrazorê li nava Sûriyê, zêdeyî 8 hezar û 500 penaberên Iraqê û koçberên van herêmên din, xwe gihandin sînorê Rojava û derbasî kampa Holê ya li başûrê Hesekê bûn.
Bi zêdebûna hejmara koçber û penaberan re, Rêveberiya Kampa Holê bi hevkariya rêxistina UNHCR dest bi avakirina kampeke nû ya penaberan, li rexê başûrê Kampa Holê kirin.
Xebatên vekirina vê kampê dest pê kirine. Heya niha çadir li cihê diyar hatine danîn û li gorî agahiyên rayedaran, tê payîn beriya hatina zivistanê ew kamp amade be.
Yek ji rêveberên kampê Ridwan Nûrî diyar kir ku armanca wan ji vekirina vê kampê pêşwazîkirina hejmareke din a penaberên Iraqê û peydekirina pêwîstiyên wan e.
Nûrî bibîr xist ku wan heta niha ji ber kêmderfetiyê û ambargoya li ser Rojava, nikaribû penaberan pêşwazî bikin û da zanîn ku niha piştî ku rêxistinên mirovî yên navneteweyî dest bi dayîna alîkariyê kirin, wan jî hemû erka dikeve ser milê xwe bi cih anîye. Nûrî got: “Ji bo amadekirina vê kampê beriya Zivistanê em bi demê re di nav pêşbaziyê de ne”.
Rêveberê kampê destnîşan kir ku bi vekirina vê kampa nû û desteka navneteweyî re, ew ê amade bin 40 hezar penaberên Iraqê pêşwazî bikin.
HESEKE