FEHMÎ KATAR / BERLÎN

Dîktatorê dewleta Tirk Recep Tayyip Erdogan, plan dike ku 28-29´ê Îlonê biçe Elmanyayê. Ji ber ku wê protesto jî li dijî dîktatorê Tirk bên organîzekirin, paytexta Elmanyayê Berlîn wê veguhere bajarekî tevizî.

Dîktator Erdogan hem bi xwe re wê artêşek parêzvan bîne, hem jî tirsa ku êriş li dijî wî pêk werin hikûmeta Elman jî bizdandiye. Bi ser halan de dîktatorê Tirk wê bi eskorta 4 balefirên şer li Berlînê deyne. Ji bo wê dema ku Erdogan wê li Berlînê be, di navê de Komandoyên Tevgera Taybet jî wê 5 hezar polîs wezîfe bikin li bajêr.

Berlîn 2 rojan wê qedexe be

Hasil sekvan wê li ser guzergeha Erdogan bên danîn, tunel li çûnûhatinê bên girtin, devên hesinî yên sîstema kanalîzasyonanê wê bê lehîmkirin. Heta qutiyên çopê yên li ser rêya Erdogan jî wê bên jêkirin. bi ser halan de li welatiyên ku mal û dikanên wan li ser rê ne, wê nikaribin pencereyên xwe vekin, yan jî biçin ser şaneşînên xwe. Êvara 27´ê Îlonê saet 22:00´yan Erdogan bi refaqeta 4 balefirên şer li balefirgeha Tegel a Berlînê deyne.

Dîktatorê Tirk Erdogan wê serokkomarê Elman, Frank Walter Steinmeier, şaredarê ji SPD’yê Michael Müller 28´ê Îlonê  bibîne û paşê bi şansolyeya Elman Angela Merkel re rûne. Ka gelo Erdogan wê ji bo destekkerên xwe yên li Elmanyayê mîtîngekê bike yan na, hîna nediyar e.

Protestoyên girseyî amade ne

Li aliyê din, rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman xwe ji protestokirina dîktatorê Tirk Erdogan re amade dikin. Halê hazir Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF), Komeleya Gelên bi Tehlûkeya Nemanê re Rûbirû (GfbV) û Partiya Lîberal Demokratîk (FDP) destûr ji bo çalakiyên protestokirina Erdogan wergirtine.