Hoşeng HESEN
Beriya bi çend rojan dema ez ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê diçûm Qamişlo, li ser yek ji bendên kontrolê yên Hêzên Asayîşê, Şervanekî YPG`ê rawestiya bû, endamê Asayîşê yê hat li nasnameyên me nihêrî ji me pirsî “hûn dikarin vî Hevalî bi xwe re bibin Qamişlo?” me jî got erê, ew jî hat li kêleka min rûnişt.
Gelek qermîçokan xwe li ser rûyê wî bi cih kiribû, spîbûna porê wî ji xwe re kiribû mal yanî diyar bû temenê wî ne kêmî 50 salî ye, lê di heman demê de cilên wî yên YPG`ê xweşik û paqij bûn û li ser milê xwe yê rastê, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danîbû û li aliyê din ala YPG`ê hebû.
Piştî me silav li hev kir, dest bi axaftinê kir, “ez ê biçim Qamişlo, li wir merasîma oxirkirina hevalekî min heye“, piştre got, ew hevalê wî li Reqayê şehîd bûye û ew demeke baş bi hev re mane, lewma dixwaze xatirê xwe cara dawî jê bixwaze, tevî ku doh jî hatibû lê derket holê ku merasîm ne wê rojê bû.
Min jê pirsî tu li kîjan navendê dîmînî, bi ser bilindî got, “Qereçox” û behsa topbarana dewleta Tirk a dagirker bi ser wir de kir ku gelek hevalên wî yên din jî li wir şehîd bûn, û gotina wî ya dawî her ew bû “Em bi ser ketine, lewra Tirk van êrîşan dikin û hevalên me şehîd dixin.“
Di nava axaftinên xwe de du caran behsa şehîd Azad kir, min pirsî, gelo ew jî li Qereçox şehîd bû? Got, Na! Azad kurê min e, di pêngava rizgarkirina Minbicê de, û bi dilek şewat dewam kir, “ew li ser tankê bû, berî şehîd bibe bi 5 salan tevlî YPG`ê bûbû, tevî temenê wî yê piçûk, lê di rêya xwe de her bi israr bû, tevlî gelek şeran bû heta di dawiyê de li ezmanê Minbicê bû stêrkek.”
Hemwextî van gotinan, destê xwe avêt berîka xwe û sê wêne jê derxistin, ê destpêkê got, ev Azad e.
Azad jî ciwanekî rûken û xweşik bû.
Wêneyê dûyemîn jî ê mêrekî bû, got, ev jî birayê min e, di şewata zindana Hesekê de şehîd bû, wêneyê sêyem jî ê ciwanekî bû, min got, ev kî ye, got, ev jî Serhed e, piştî ku Azad şehîd bû got, ez çeka birayê xwe li erdê nahêlim û tevlî YPG`ê bû niha jî li Reqayê şer dike û ez pirr pê serbilind im .
Di dema em nêzî cihê daketina Bavê Şehîd dibûn, kesê ku li kêleka min a din rûniştî bû li Facebooka xwe li wêneyên hin ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê wêneyên xwe li ber avahiyên bilind girtine û belav kirine temaşe dikir.
Di wê navberê de Bavê Şehîd xatir xwest û got, “serketin a me ye“, ew çû , min jî ew û ew ciwanên li Ewrûpayê dan berhev bê ev çi dike û ew çi dikin …