11 hezar xwendekarên ji Efrînê û Şehbayê doh bi moraleke bilind û hêviya vegera Efrînê bawernemeyên xwe wergirtin. Piştî ku xwendekarên Efrînê û Şebayê ezmûnên xwe ya werza yekem a vê sala xwenbdinê bi dawî kir, li hemû dibistanên seretayî yên li Şehbayê xwendekaran bawernemeyên  xwe wergirtin. Rêveberiya dibistana Ehdasê, Mamoste Nûrî Mile Nesan got, ji refa 1'ê heta ya 6'an xwendekaran bawernemeyên xwe wergirtin. Yek ji xwendekarên dibistana Ehdasê, Êva Ebdî jî got, "Em pirr kêfxweş bûn û em ê di werza duyemîn de bi pêş ve biçin." Xwendekarê bi navê Xalêd jî got, “Ez bi hêvî me di werza duyemîn de em vegerin Efrînê û xwendina xwe li wir dewam bikin."

 

ANF/ŞEHBA