Bi bêbextî kuştin
13’ê Tîrmeha 1989’an yek ji serok û rêveberê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo tevî du hevalên xwe dema li Viyanayê bi rejîma Îranê re li dora maseya danûstendinan bûn hatin qetilkirin.
Dr. Qasimlo 22’ê Kanûna sala 1930’î li gundekî girêdayî bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.
22’yê Çileya 1946’an dema li Qada Çarçirayê ya Mehabadê ala Kurdistanê li ba bû, Ebdulrehman Qasimlo xwendekarekî 16 salî bû û li Tehranê xwendekar bû. Qasimlo endamê partiya Komunîst Tûdey bû û bû şahidê hilweşandina Mehabadê, darvekirina Qazî Mûhammed a li Çarçirayê. Van bûyeran bandora xwe li ser jiyana Qasimlo jî kir.
Partiya sosyalîst a sala 1948’an li Çekoslovakyayê hate ser hikum, ciwanên Tûdeyî vexwend welatê xwe. Di nav van ciwanên Îranê de tenê Kurdek hebû, ew jî Ebdulrehman Qasimlo yê 18 salî bû.
1973’an, Qasimlo bû Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î). Dirûşma wî ya kongreyê jî ev bû, “Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî.”
Şerê Îran û Iraqê yê sala 1980’î qedera Rojhilatê Kurdistanê guherand. Şerê heta sala 1984’an bi giranî dewam kir, nêzî 10 hezar pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Qasimlo jî baregeha xwe biribû çiyayê Qendîlê. Di nîvê sala 1980’an de bi qasidiya Serokê YNK’ê Celal Talabanî bi Tehranê re têkilî danî. NAVENDA NÛÇEYAN