Ji nivîskarên me Dr. Nebî Kesen piştî wefata xwe bi bêhtirî 7 salan li bajarê Elmanyayê Kolnê hat bibîranîn. Di bibîranînê de belgefilma li ser jiyana wî Hevalê Bargiran hat nîşandan û Dr. Sharo Garip jî ji bo wî got, ew ji milkê Kurdên Anatoliya Navîn e.

FIRAZ BARAN / KOLN

Nebî Kesen demeke dirêj heta ku rehmet kir nivîskarê rojnameya me bû. Di 11´ê Îlona  2012´an de li bajarê Hambûrgê wefat kir. Ji bo Kesen şeva pêr li bajarê Kolnê bîranînek hat lidarxistin. Di bibîranînê de belgefilma bi navê “Hevalê Bargiran” hat nîşandan. Dîsa çelîsta Elman, Katherina Hoffman muzîka dîwankî pêşkeş kir û Dr. Sharo Garib jî axaftinek kir.

“Hevalê Bargiran” 90 xulek e û li ser jiyan û xabetên Nebî Kesen e. Rejîsorê belgefilmê, Mehmet Ali Baran e. Ew ji gundê Mehêna a Kulu ya ser bi Konyayê ye. Ji bo belgefilmê kilameke nû hatiye çêkirin. Gotinên kilamê Îlhan Kizilhan, muzîk a wê jî Murat Bay çêkiriye. Nebî Kesen sala 1963´an li Yeniceoba ya ser bi Cihanbeyli ya ser bi Konyayê hate dine. 14 saliya xwe 1977 dest bi xabetên Kurdewarî kir. 11´ê Îlon a 1980´yî hat Elmanyayê û hetanî 2012´an jî Elmanyayê ma.

Ji ber ku Nebî Kesen bi Kurdî, Tirkî û Elmanî baş dizanî û tekîliyên wî bi hemû beşên civakê re hebû, belgefilm jî pirrzimanî bûye. Malbata xwe bi Kurmanciyê û bi devoka berfiratê diaxive. Hevalên xwe jî bi Kurmancî, Kirmanckî, Elmanî û Tirkî diaxivin.

Federasyon pêşniyaz kiribû

Dr. Nebî Kesen aborînas bû. Li ser aboriyê zanîngeh temam kiribû, û doktora xwe jî li ser tekîliyên Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiye û Kurdan nivîsandibû. Ji bo çareseriya şerê li Bakurê Kurdistanê jî federasyon pêşniyaz kir.

Ji bo belgefilmê, li Yeniceobaya Konyayê, li Hamburg, Frankfurt û Stockholmê bi dehan hevpeyvîn hatine çêkirin. Navê belgefilmê Hevalê Bargiran e, ji ber ku di jiyana Nebî Kesen de ev prensîb hebû: Rexne bike û lê tekîliya xwe qut neke. Destek bidin hevdu. Lewma jî ji bo Kurd û Kurdistanê kîjan xebat dibû, alîkarî dikir. Ew bi xwe ji tevgera Rêya Azadiyê dihat, wî bi xurtî destek dida Tevgera Azadiya Kurdistanê jî û di navê de cihê xwe girt.

Lawekî wî heye. 25 salî ye û navê xwe Serko ye. Mezelê Nebî Kesen li bajarê Hamburgê ye.

Garip: Milkên Anatoliya Navîn

Bibîranîn li atolyeya şêwekar Hasan Huseyin Deveci hat lidarxistin. Deveci jî ji Kurdên Anatolia Navîn e. Li ser navê malbatê birayê Kesen, Îsa Kesen tevlî bibîranînê bû û spasiya xwe kir.

Di bibîranînê de Dr. Sharo Garib jî axaftinek kir û got, “Em Kurdên Anatoliya Navîn jî xwedî milk in. Milk ne tenê xanî û erd e. Çand e, ziman e, dîrok e... Dayîkên me li ser tevnan jiyan. Li ser wan tevnan çîrok, kilam û meseleyên me anîn îro. Em xwedî kes in ku ji bo miletê xwe jiyane. Yek ji wan kesan jî Nebî Kesen bû. Nebî Kesen her çiqas li Ewrûpayê be jî jiyan û xebatên xwe li gorî Kurdewariyê meşandin. Ev belgefilm ji bo Kurdên Anatoliya Navîn muhim e. Ji ber ku xebatên me ên wisa, pirr kêm in.”

Bibîranîn bi muzîka dîwankî a Katherina Hoffman xilas bû.