Aram Tîgran ê ku wekî bilbilê Rojhilata Navîn tê bîranîn û di dilê gelê Kurd de cih girtiye dê di 5'emîn salvegera wefata xwe de bê bibîranîn. Ji bo Tîgran dê di 9'ê Tebaxê li Amedê şeve bîranînê bê lidarxistin. Di bîranînê ku ji aliyê Navenda Çandê ya Dîcle-Firatê ve tê organîzekirin de dê stranên Tîgran bê stran. Merasîma bîranînê dê li Şanoya Amfî ya Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê saet di 20.00'an de dest pê bike.

Ji nîvê sedsala derbasbûyî û heya destpêka sedsala 21’an Aram Tîgranê ku wek sembola biratiya Kurd û Ermeniyan jî hatiye naskirin, bi qasî 57 salan xizmeta muzîk û hunera Kurdî kir. Melodî û awazên ku rih û hisên mirova dikelînin: Ay Dîleberê, Zimanê Kurdî, Ez sazbend im, Bibilo, Rojbaş Diyarbekir, Ey Welato, Çiyayê Gabarê, Zîlan, Keçê ji bona te ez dînim, Xemilî Zozan, Derî veke û bi dehan stranên din ew berhem in yên ku li ser navê hunermendê navdar Aram Tîgran ketine ser zarê xelkê û li her dera Kurdistanê belav bûne. Wî mîna rewannasekî bispor aliyê Kurda yê civakî û girêdana wan ya bi heza ji hunerê re baş tespît kiribû. Wî baş dizanî ku riha Kurda ya tejî liv û lebat bi stran û kilamên wan yên xweş û rîtmîk re namire. Ev heza tije coş û lebat jî îlhama xwe ji çiya, newal û sirûşta bedewa Kurdistanê distîne.
Analîza hunera Aram me bi gelek rastiyên din jî dihesîne. Di huner û ramanên wî da biratiya gelan li ser bingehê jiyaneke tejî aştî, demokrasî û wekheviyê heye. Stranên wî xweş û melodîk, zimanê wî rewan û pak, awaz û gotinên wî jî zû li ser dila cihê xwe vediken. Aram wek kesekî bi pirensîp giranî û qîmeta huner û jiyanê baş dizanî.
Ew hunermendê gelan bû. Kûr û dûr difikirî, hizr û ramanên wî jî pir homanîstî û international bûn. Ji berw ê jî herdem wiha digot:“ Tu hunermendî lê heker ne insanî, nabe. Huner û insaniyet bi hev re gêrêdayî ne. Evane mukemilê hev in.“
Van deh salên dawiyê dema dihate mala min, min ew baştir nas kir. Aram wek şervanekî qada huner û xebatên çandî her rojê li derekê bû. Mutewazî û fîdakar, Cumbuşa wî li her derê pê re û dîwana wî jî her carê germ bû. Cumbuşa wî jê re mîna çekekê bû.

Kesayetiya Aram   
Hunermend Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmetek bilind e. Ew tim kesekî rûxweş û herdem dev biken bû.
Felsefa wî ya biratiyê û jiyana tije aştiyê bû. Ji Kurda hez dikir û dizanî ku di sedsalên derbasbûyî da carana dijmina bira ji hev kirine û hinek kes ji her du aliyan ve hatine xapandin. Ew mirovekî sirûştî û sade, lê xwedî hunereke kûr û bi naveroka xwe dewlemend bû. Ev xala girîng bû ku navê Aram kire navekî nemir. Ji ber wê jî mirov dikare bêje herkes nikare rihet û zû xitaba dilan bike, lê Aram di karekî wiha da semîmî û kesekî serkeftî û hosta bû.
Ew ji xem û elemên du gelên Kurd û Ermen ticarî xafil nebû. Carna li ser Egîd, Zîlan û Mezlum Dogan û dema nivîskar û rewşenbîrê Ermenî Hrant Dinkê jî ji hêla nifşperestên Tirk ve hate teror kirin, wî bi xemeke giran awazên xwe pêşkêşî wî kirin. Strana jêr yek ji wan stranên bi zimanê Ermenî bû ku carekê di bernama Baxçê Gulan da Aram li ser xatra H. Dink gotibû:

“Yerêvan bagê marêl
Lêlîm aman Lêlîm aman
Hokis madag yem arêl
Boyit memem sarî axçik sirun axçik
Sari Naral ceyran axçik…”


Hatin Amedê  

Gelek caran di stran û hevdîtinên xwe da Aram navê Diyarbekirê bi lêv kiriyê. Aram evîndarê Amedê bû û herdem li benda derfetekê bû ku heya saxe wî bajarê dêrîn bibîne. Roja ku li Amedê çû ser dikê jî wiha qêriyabû:
“ Cîwarê bav û kalan pir şêrîne / Ew sor û bedenê tev dîrokî ne
Roj baş Diyarbekir, me pir bîriya te kir / Em hatin te bibînin te derî li me vekir “ Pêşwaziya gel li Amedê pir germ û bi coş bû. Sed hezar kes zêdetri çûbûn konserta wî ku heya hingî karekî wiha kêm hatibû dîtin. Wî çendîn cara li ser wê qedirgirtinê sipasiya xwe ji Amed û Kurdistanê re da da diyarkirin.

Koça dawî  
Heya sax bû Kurda biha û qîmeta wî dizanîn û hurmeteke mezin jê re girtin. Carekê sala 2007an ji hêla akademiya Kurdî bo 50 saliya kar û xizmeta xwe hate xelatkirin. Wî qet ew roj ji bîr nekir. Li her derê bi dilxweşî li ser axivî.
Roja 6ê Tebaxa sala 2009an berê sibê Aram bi felca mejî ket û du roj pişt re di 8ê Tebaxê da li nexweşxaneyeke Athena li welatê Yunan wefat kir.
Tevî ku wesiyet kiribû ku li Amedê bê veşartin, lê dewleta Tirkiyê izna karekî wiha neda. Roja 17ê Tebaxa sala 2009an cenazê Aram Dîkran bi merasimeke taybetî û beşdarbûna hezaran kesan li goristana Jeeta bajarê Bruksel hate veşartin. 

AMED