Di baregeha mîhrîcanê de dê 9 fîlmên metrajdirêj, 23 fîlmên kurtemetraj, 9 belgefîlm bên pêşandan û her wiha dê atolye, panel bên lidarxistin û konsert bên dayîn.
Mîhrîcana fîlman a ku ev 2 sal e bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn di bin navê “Rojên Fîlman” de dihat lidarxistin, dê îsal wek 3’mîn Mîhrîcana Axtamara Wan Fîlmê bê lidarxistin. Mîhrîcan dê di navbera 7-15’ê cotmehê de bi dirûşmeya “Bi dengê xwezayê, ronahiya dîrokê, heqîqeta jiyanê” li Navenda Çandê ya Nûdayê bê lidarxistin. Piştî mihrîcana par ya ku boyî bîranîna Yaşar Kemal hatibû lidarxistin rastî eleqeyeke zêde hat, amadekarên mîhrîcanê îsal xwestin bêtir fîlm, belgefîlman daxilî mîhrîcanê bikin û bi vî awayî hîn zêdetir xwe bigihînin mirovan.

9 fîlmên metrajdirêj 23 kurtemetraj û 11belgefîlm
Dê di baregeha mîhrîcanê de 9 fîlmên metrajdirêj, 23 fîlmêm kurtemetraj, 11 belgefîlm bên pêşandan û li gel vê dê atolye, panel û konsert bên lidarxistin. Dê mîhrîcana fîlman ji bo sînemagerên nû û ciwanên ku bi nasname, çand û zimanê xwe hilberînan dikin bibe organîzasyoneke girîng.

Wê li navçeyan jî bên pêşandan
Di dawiya mihrîcana de ji bo piştevaniya projeyan dê alîkariya belgefîlm, fîlmên kurtemetraj û fîlmên xwedekaran ên ku ji aliyê lijneyê ve bên diyarkirin bê kirin. Her wiha dê di baregeha mîhrîcanê de li navçeyên wek Serva, Ebex û Payîzavayê jî pêşandana fîlman bê kirin.

Dê belgefîlma ewil “Yên Din” be

Di bin baregeha mîhrîcanê de, wê ewil belgefîlma “Yên Din” a bi derhêneriya Ayşe Polatê hat kişandin bê pêşandan. Mijara belgefîlma “Yên Din”; şopa Ermeniyên ku li wanê dijiyan, rastiyên 1915’an vedibêje.


SERHAT WELAT DAGDELEN/DÎHA/WAN