Ebû Seyf Erebekî ji Raqayê ye... Em li eniya rojava ya Raqayê bi Ebû Seyf re daxivin. Ewilî xwe ji me vedigire û naxwaze baxive. Ji ber ku xizmên wî hê li Raqayê di destê çeteyên DAIŞ’ê de esîr in.

Lê li ser israra me, biryarê dide baxive. Efû Seyf 26 salî ye. Ebû Seyf bi şertê ku dîmen neyê kişandin daxive. Ji ber ku beşek ji malbata wî hê li Raqayê ye.

Ez jê re dibêjim, qet nebe wêneyek du wêneyan bikişînim û ew jî vê qebûl dike.

Û Ebû Seyf qala serhatiya xwe dike. Di destpêkê de xwe dide nasîn. Dibêje ew Erebekî ji Raqayê ye û di dema serhildana gel de cihê xwe di nava çalakiyan de girt. Ebû Seyf bi qasî 3 mehan di nava ‘Artêşa Azad’ de cih girtiye.

Dibêje, piştî ku Artêşa Azad ket bin kontrola hêzên navneteweyî û herêmî ew jê qut bûye. Tîne ziman ku bajarê ew lê ji dayik bû û mezin bû Raqa, piştî ‘Artêşa Azad’ ket destê çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û piştre jî ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hate dagirkirin.

Ebû Seyf anî ziman, çeteyên DAIŞ’ê serê du kesên ji malbata wî jê kirine, 2 kes jî bi îşkenceyê kuştiye. Ebû Seyf ragihand, ku ew bi xwe jî 48 rojan di destê çeteyên DAIŞ’ê de esîr maye, îşkenceya giran lê hatiye kirin û di dawiya dawî de firsend bi dest ketiye ku ji qaşo zîndanên çeteyên DAIŞ‘ê bireve.

Ebû Seyf da zanîn, ku piştî damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ew weke şervanekî tevlî bûye û armanca wî ya bingehîn ji vê tevlîbûnê jî azadkirina axa xwe û anîna şoreşê ji bo gelên Sûriyeyê ye.

Ebû Seyf destnîşan kir, ku ew dixwazin tevahiya Sûriyeyê bi taybetî Raqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij bikin, lewma moralê wî gelekî baş e û ji bo azadkirina axa xwe ew bi kêf e.

Ebû Seyf da xuyakirin, ku ew dixwazin di destpêkê de Raqa, Bab, Cerablûs, Ezazêj i dagirkeriya çeteyan rizgar bikin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe ew ê di vê oxirê de şer bike û tola gelan hilîne.

Ebû Seyf herî dawî bang li kesên Sûriye terikandine kir ku vegerin û ji ciwanên Ereb jî xwest cihê xwe di nava refên QSD’ê de bigirin, li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerê azadî, edalet û wekheviyê mezin bikin.


MAHÎR YILMAZKAYA / ANF / RAQA