
Sêyemîna Mîhrîcana Hespên resen a "Şehîd Çekjîn" bi dirûşmeya "Li ser bingehê Neteweya Demokratîk em ê çanda gelan vejînin" dest pê kir. 117 siwarên hespan tevlî mîhrîcanê bûn.
Ruh bi çanda hespên resen a pêkhateya Ereb tê bi neteweya demokratîk. Mîhrîcana Hespên Resen a Şehîd Çekjîn a îsal dest pê kir.
Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Yekîtiya Werzîşê ya Kantona Cizîrê bi dirûşmeya "Li ser bingehê Neteweya Demokratîk em ê çanda gelan vejînin" Mîhrîcana hespên resen birêxistin kir û bi boneya roja şehîdan 18`ê Gulanê dest bi mîhrîcanê kir.
Mîhrîcanê li gundê Girhok yê li başûrê bajarokê Çilaxa yê ser bi herêma Girkê Legê dest pê kir. Bi dehan şêniyên herêma Girkê Legê, Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasiya TEV-DEM`ê yê Kantona Cizîrê Ebdulselam Ehmed, fermandarên YPG`ê, nûnerên komîteyên Têkiliyên Dîplomasiyê yên bajarê Girkê Legê, bajarokê Til- Koçber û nûnerên Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê beşdarî Mîhrîcanê bûn.
117 siwariyên hespên resen jî tevlî mîhrîcanê bûn. Pêşbirka hespên resen 14 dewr in. Siwarên hespên resen di her dewrekê de mesafeteke di navbera hezar-hezar û 800 m hespên xwe dibezînin. Di her dewrekê de sê siwarên ku di pêşbirkê de biserdikevin, têne xelat kirin.
Her wiha di demsala sêyemîn a mîhrîcanê de siwarên ku di her sê mewsîman de li ser asta yekem biserdikevin, têne xelat kirin.
Demsala yekemîn a mîhrecana Hespên Resen Şehîd Çekjîn 27`ê meha Gulana 2016`an hat lidarxistin, ya duyemîn jî cotmeha 2016`an.
ANHA / GIRKÊ LEGÊ