Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya Cejna Rojiya Êzî ya Êzidiyan banga tifaqê li xelkê Êzidî kir.
Doh li Êzidxanê û her devera ku Êzidî lê hene, yekem roja Cejna Rojiya Êzî destpê kir. Bi vê boneyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) peyamek weşand.
Di peyama Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) de wiha tê gotin; “Bi boneya Cejna Rojên Êzî em di serî de vê cejnê li Civata Rûhanî û tevahiya gelê xwe yê li welat û derveyî welat pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev cejin bibe wesîleya tifaqa gelê me. Em bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li civaka Êzidî dikin ku di her warî de xwe bi tifaq û rêxistin bikin. Heta ku civaka me yekîtî û tifaqa xwe çêneke, em ê timî wiha parçe bin.”
Hefteya borî li Şengalê Cejna Rojiya Êzî bi Hesabê Mergehê ku jê re dibêjin Rojiya Feqîra hat pîrozkirin. Piştî Rojên Feqîran li Şengalê hate pîrozkirin, doh jî li tevahiya Êzidxan û her devara ku Êzidî lê hene yekemîn roja cejna Rojiyên Êzî destpê kir.
ŞENGAL/ROJNEWS