
Piştî ku girse gihîşt Parka Sumerê li ser navê girseyê serokê rêxistina BDP'ê ya Yenîşehîrê Huseyîn Oguzsoy axivî û kesên ku di çalakiya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Oguzsoy girîngiya berxwedana 14´ê Tirmehê destnîşan kir û wiha got: "Ger em niha dikarin li cem hev runin, jiyanek wekhev bijîn ku bikarin bi kurdî biaxivîn ev bi têkoşîna wan pêk hatiye. Em tu carî wan ji bîr nakin. Ger wan gotibin em ji vî gelî re deyndar in, em ê heya nefesa xwe ya dawî wan ji bîr nekin."
Piştî axaftinan ji bo kesên ku di 14'ê Tîrmehê û di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku der barê 14'ê Tîrmehê hatibû amadekirin, hate pêşkêş kirin. Dema girseyê sînevîzyon temaşe dikir gelek polîsên sivîl êrîşî girseyê kirin. Di êrîşê de tevî zarokan gelek kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê çalakiyên bîranînê
Li navçeyên Kuçukçekmece, Beyoglu û Esenyurtê jî Stenbolê jî bi tevlîbûna rêveber û endamên BDP'ê çalakiyên bîranînê pêk hatin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Ramazan Çetîn Çakmak di çalakiya bîranînê de axivî û diyar kir 14´ê bingeha têkoşîna gelê kurd daniye û îro jî gelê kurd bi têkoşîna xwe xwedî li rihê 14´ê Tirmehê derdikevin.
Di çalakiya bîranînê ya Esenyûrtê de jî li gel endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê û rêveberên YAKAYDER'ê bi dehan kes amade bûn. Çalakî ji bo bîranîna berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de bal hat kişandin ser encamên berxwedana rojiya mirinê derxistine holê. Piştî axaftinan sînevîzyon hat nîşandan.
Li navçeya Beyoglûyê jî bi beşdariya bi sedan kesî çalakî pêk hat. Pêşî rêx hate girtin û dûre li ser wateya rojê axaftin pêk hatin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku bi berxwedana 14'ê Tîrmehê li dijî vê zilmê, berxwedaneke bi rûmet hate nîşandan û di dîroka têkoşîna gelê kurd roja herî girîng e. Çalakî bi sînevîzyonê bi dawî bû.
Li Saratovê civîn
Kurdistaniyên ku li Rûsyayê dijîn jî li navçeya Yarşovayê ya girêdayî Saratovê ji bo 14´ê Tirmehê civînek lidarxistin. Civîn ji hêla komaleya çand û huner ya Firatê ve hat rêxistin kirin û gelek kes beşdar bûn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê kurd wê bi bilindkirina têkoşîna azadiyê xwedî li bîranîna berxwedêrên 14´ê Tirmehê derbikeve.
NAVENDA NÛÇEYAN