Christopher Columbus sala 1492’yan gava çû Emerîkayê rê li ber wê kurewîbûna ku wê heta 1609’ê dewam bikira, vekir. Heta niha dîroka deverên şên ên bakurê Emerîkayê jî bi awir û perspektîfa van Ewrûpiyên dagirker, ên ku zengîniyeke neadetî dizîn û birin Ewrûpayê, hat nivîsandin.

Herçî dîroka van deverên şên ên xwecihên bakurê Emerîkayê ye, di vê dewra ji bo wan mişt bi bûyerên trawmatîk, heta niha jî ne zelal e. Jixwe her ev ji perspektîfa dagirkeran ve hatiye nivîsîn. Û ev dîroka beriya bi 400-500 salî têra xwe şaş jî hatiye qeydkirin.

Paşiyên dagirkerên Ewrûpî gava lêkolînên arkeolojîk dikin, ji bo tesbîtkirina deverên şên, Ewrûpî hebûna malên ticaretê yên li van deverên şên ji xwe re dikin referans: nexasim jî morîkên camî. Ev jî salên di navbera 1580-1600 de ye. Lê em dizanin ku hin eşîrên xwecihî ji 1530’î û pê ve amade bûn ticaretê bikin bi Ewrûpiyan re.

Sturt Manning dibêje, wî û tîma wî bi testên nû yên ji bo diyarkirina kronolojiyeke van deverên şên, tesbît kiriye ku dîroka wan deverên şên guheriye. Wan ne li van malên ticaretê nihêriye, lê li ya xwarinên weke garis, fasûlî. Li deverên ku berê dema şenbûnê weke 1580-1620 dihat nîşan dan, wan karî bibînin ku di navbera 1565-1590’î de jî mirov lê hebûn, weke li devera Ballê. Berevajiyê vê jî dibe, li gundekî Îrokezî yê li Ontarioyê, arkeologan berê bawer dikir dever di navbera 1500–1530’î de şên be; ji ber ku malên ticaretê nebûn, nekarîn vê tesbît bikin. Lê vê lêkolîna nû ya Sturt Manning û tîma wî bi testên xwe têsbît kirine ku dever di navbera 1586 û 1623’yan de şên bûye. Yanî qederê sedsalekê ferq di navbera herdu deman de heye.

Çima ev kronolojî şaş bûye? Li gorî tîma nû, ji ber ku zanyaran bi camên kolonyal li meseleyê nihêriye: Lêkolîneran tenê di ser malên ticaretê yên Ewrûpiyan re li meseleyê nihêriye, tevî ku ticareteke din hebû û wan weke ku komên xwecihî hemû yek bin li meseleyê nihêriye

 

NEW YORK