Muzexaneya Niştîmanî Hewçerx a bajarê Silêmanî ev du sal bûn, deriyê xwe dadabûn. Muzexaneyê bi pêşangeheke hunerî hate vekirin. Muzexaneya Niştîmanî Hewçarx di dema Rejîma Baesê de wek cihekî êşkence û qetilkirina Kurdan dihate bikaranîn.
Li Hola Muzexaneya Hewçerx a Silêmaniyê de zedetirî sed tabloyên li ser dîrok û xwezaya Kurdistanê hatin nîşandan. Muzexaneya di dema Rejîma Baesê wek şûneke êşkence û zindanê dihate bikaranîn, piştî raperîna sala 1991’ê bû muzaxaneyeke çandî û hunerî. Zêdetirî sed tabloyên çar hunermendan, bala xelkê Silêmaniyê kişand ser xwe.
Ev her çar hunermendên şêwekar jî Mamoste Elî Cole, Elî Kerîm, Heme Kaka, Sileman Şakir in ku xwedî tecrûbeyeke dirêj a şêwekariyê ne.
Di vekirina Muzexaneya Niştîmanî ya Hewçerx de Waliyê Silêmanî Heval Ebubekir axivî, destxweşî li hunermendan kir û got, “Em ê wek parezgeha Silêmaniyê timî hewl bidin cihên çandî û hunerî vekin.”
Piştre Muzîsyen Alan Arif Ebdulah ji bo kesên hatin pêşangehê li kemanê da.
Di pêşangahê de Alan Arif Ebdulah têkildarî vekirina Muzexaneya Hewçerx ji me re got, bi minasebeta îro çar hunermendên mezin ên bajarê Silêmaniyê ezmûnên xwe yên 50 salî pêşkeşî wan kirine. Muzîsyen Alan Arif anî ziman ku bajarê Silêmaniyê timî rêzê digire ji hunermendan, çalakiyên hunerî û çandî re.
ROJNEWS/SILÊMANIYÊ