Bi çargurçikî 14 dagirker kuştin
Şervanên HRE'yê di navbera gundên Kefer Nebo û Berade yên Şêrawayê çalakiyeke tolhildanê li dar xistin. Di çalakiyê de 14 dagirker hatin kuştin, 7 çek jî hatin bidestxistin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji bo bîranîna Agir Efrîn, Cûdî Rustem û Yilmaz Efrîn çalakiya tolhildanê li dar xistin.
HRE'yê da zanîn ku 19'ê Hezîranê di navbera gundên Kefer Nebo û Beradê yê bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke tolhildanê li dar xist. Di encamê de 14 çete hatin kuştin, hejmarek zêde çete jî birîndar bûn. Di heman demê de hejmarek çek û cebilxane hatin bidestxistin. NAVENDA NÛÇEYAN