Saziya Yekîtî û Piştevaniya Gelan (SYPG) bi alîkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kobanê bi berhemên zarokan pêşangehek resman vekir. Di pêşangehê de bi sedan berhem hatin pêşandan ku zarokên li dibistanên Kobanê xêz kirine.

Pêşangeh bi beşdarbûna Rêveberiya Kantona Kobanê, nûnerên TEV-DEM, PYD, PDKS, SZK û bi sedan kesî li dibistana Şehîd Hogir vebû. Di vekirina pêşangehê de ji amadekarên pêşangehê Hêvî Kobanê got, “Bi vê xebatê zarokên me keysa xwe lê anîne ku hest û ramanên xwe yên der barê Şoreşa Rojava de bidin nîşan.” Her wiha li ser navê SYPG’ê jî Bêrîtan Asya jî bal kişand ser destketiyên Şoreşa Rojava û got: “Di vê pergala me de kêfxweşiya zarokan heye loma ev şoreş ya me ye. Ji ber vê yekê em ê agirê şoreşa xwe geş bikin.”

 ‘Me xwest em şoreşê bi çavên zorokan bibînin’

Asya banga xwedîderketina li destketiyan kir û got: “Bi vê pêşangehê me xwest em şoreşa xwe bi çavên zarokan bibînin. Di van resman de xewn û xeyalên zarokan hatine ber çavên me. Ev jî moral dide me ku em ji bo şehîdên xwe û zarokên xwe têbikoşin. Em ê jiyaneke bêsînor û bê şer diyarî zarokên xwe bikin ji ber ku ew pêşeroja me ne. 


 NAVENDA NÛÇEYAN