
LUQMAN GULDIVÊ
Di zargotina Kurdan de kêm tabuyên mutleq hene; jixwe hin cûre xwedî hin îmtiyazan in ku dikarin hin tabû û mijarên sansûrên civakê bişikînin. Ji çîrokên ji bo mezinan ên ku di rastiyê de vegotinên erotîk in heta bi meseleyên ku di wan de behsa Xweda bi xwe tê kirin, li van cûreyên taybet dabeş dibin. Di nava van de carinan gazin carinan jî peyamên hişyarkirinê hebin jî, bi pirranî aliyê hevpar ew e ku tecrûbeyên kolektîf bi cûreyên edebî û vegotinê mihafeze dikin.
Di vê çarçoveyê de gotina serpêhatî û meseleyên li ser pêxemberan jî cihê xwe digirin. Yek ji pêxemberên ku herî zêde di meseleyan de behsa wî tê kirin jî Nebî Silêman e. Ew di heman demê de melikekî dewlemend û maqûl ê Îsraîla kevin e. Hukmê wî qederê hezar salî beriya mîladê tê qebûlkirin; ew kurê Nebî Dawid e. Di meseleyên Kurdan ên li ser wî de, ew her Nebî Silêman e. Ez ê li vir heta ku ji min tê bi awayekî ku naverokê xera nekim, rengê meseleya Nebî Silêman a ku dixwaze ji Belqisê re ji pirtikên çûkan nivînan çêke bi rengê ku min ji dapîra xwe bihîstiye binivîsim.Belqîs melîkeya Şeba ye û hevdîtinên wê û Nebî Silêman di wêjeya Farsisî ziman û Erebî ziman de jî belav in. Di vegotina meseleyîn Kurdî de evîna Nebî Silêman ji Belqîsa ji welatê çiyayî yê dewlemend bi rengekî tê terîfkirin.
Di vê meseleyê de bi awayekî ecêb maqûlbûna mex Em li vegotinê vegerin.
Ji bo Belqîsa Çiyayî
Dibêjin, rojekê ji rojan, dema ku Nebî Silêman Belqîsê ji xwe re weke jin tîne, ji bo ku wê weke li welatê wê bide rehetkirin û kêfa wê bîne anîn, biryarê dide ku ji pirtikên teyr û tilûrên dinyayê nivînan jê re bide çêkirin. Doşek, lihêf û balgeh wê ji pirtikên çivîkan bin. Nebî Silêman malûm e bi zimanê teyran dizane. Fermanê dide baz, dibêje, “Delêliyan bişîne, bila xeberê bidin teyr û tilûrên dinyayê, ez ji Belqîsa xwe re cihekî didim çêkirin ji pirtên wan. Bila bên xwe bipirtikînin û biçin!”
Li ser vê Baz bi xwe difire û delêliyan jî dişîne çar aliyê dinyayê da ku zeberê bidin teyr û tilûrên dinayayê. Ji teyran a herî bi lez, herî bi kar û sergêj çill (baçermûk) bû. Ew li ser çêlîkên xwe bû. Hema bi lez diçe hewşa qesra Nebî Silêman û xwe li wir bi temamî dipirtikîne, û rût û tazî dike. Beriya bi lez vegere ser çêlîkên xwe jî dibêje, “Nebî ma çi hewara te bû, te ez ji ser çêlîkên min rakirin, ha ji te re pirtên min!” Çill bi vî rengî rût û tazî li çêlîkên xwe vedigere û ji hingî ve dibêjin, bê pirt e.
Ma Nebî şerm nake!
Bi wê û şûn ve çi teyr û tilûrê dibihîse, hêdî hêdî tê hewşa qesra Nebî Silêman ji bo ku xwe dipirtikîne. Ji teyran beytik ji Baz re dibêje, ew ê xwe nepirtikîne ji ber ku ew li ser hêkên xwe rûniştiye. Li ser vê Baz wê qeyd dike û bi qeydan tîne hewşa Nebî Silêman. Lê beytika dilnerehet tevî qeydan ji hewşê direve bi firrê dikeve û diçe hêlîna xwe ser hêkên xwe. Ha ji hingê ve ye ku beytik bi lingên qeydkirî dimeşe.
Piştî hemû teyran û çivîkan şahê teyran bûm dimîne. Baz ji dixwaze bê, ew qebûl nake, dibêje, “Here ji Nebî re bibêje, ma eyb nake, şerm nake! Ji bo kevnejinekê wê vaqas teyr û tilûrên dinyayê bipirtikîne, wan rût û tazî bike! Ku bû havîn wê bişewitin û ku bû zivistan ew ê biqufilin.” Baz ev bersiv gihand Nebî Silêman. Nebî Silêman gelekî qeherî, hêrsa wî rabû û çav li wî sor kirin. Ferman da, yan Bûm wê bi xwe bê, yan jî ew ê bi zorê wî bide anîn. Baz vê xeberê digihîne, Bûmî, Bûm jî dibêje, “De baş e, tu here, ez têm.”
Bûmê maqûltir ji Nebî
Bûm bi firrê tê li hewşa qesra Nebî Silêman dûrî Nebî li ser darekê vedinişe, silavê li Nebî dike, Nebî silava wî vedigire û dibêjiyê, “Qey tu bi fermana min nakî! Ma tu Nebîtiya min qebûl nakî yan meliktiya min? Çima tu yeka min dikî didu?”
Bûm hîç xwe aciz nake, hêdîka û aram dibêje, “Nebî, Xwedê ji te razî, ma ne eyb e, ma ne şerm e! Ji bo kevnejinekê, tu rabûye qas teyr û tilûrên dinyayê li vir dicivînî, tu wê wan bipirtikînî, da ku nivînan bidî çêkirin ji wê kevnejinê re. Ev teyr û tilûr wê her havîn di bin tava rojê de biperitin, bişewitin û her zivistan ji serman biqufilin, bişewitin. Çi heqê te li wan heye?”
Tu min bixwe, tu min bixwe!

Nebî Silêman gelekî aciz dibe, reng diguhere, sor dibe, çav lê sor dibin û bi qehra xwe dibêje, “Meyzê, meyzê tu li serê wî!”
Bûm bi rehetiya xwe dibêje, “Şikir, hemû aqil e, dana xwedê ye.” Nebî Silêman bêhtir aciz dibe û dibêje, “Meyzê tu li çavên wî!” Bûm dîsa bi rehetiya xwe lê vedigerîne, “Şikir, bi wan dinyayê dibînim, nûrha xwedê ne!” Nebî Silêman êdî hatiye ber teqînê, bi qehra xwe û hêrsa xwe dibêje, “De tu li qûna wî meyzê!” Bûm hîç di xwe nayîne der û bi rehetiya xwe ya berê dibêje, “Nebî, eyb e, behsa qûnê neke, xwedê daye min jî daye te jî!”
Dibêjin, piştî vê yekê Nebî Silêman qanih bûye ku şaşiyekê dike û hemû teyr û tilûrên dinyayê serbest kirine ku li mal û hêlînên xwe vegerin. Êdî riwayet e, dibêjin ji hingê ve, ji bo malavahiya Bûmî bikin, ji teyr û çivîkan her şev sisê dibêjin Bûmî tu min bixwe, tu min bixwe!