Roja yekşemê li bajarê Almanya Iselburg Şeva Piştgirtina bi Çira Tv re, bi beşdarbûna Koma Otobusa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev zêdeyi 2 mehaye li seranserê Ewropa bi rê ketiye,  nûnerê gelek saziyan, Dayikê Aşitiyê, rewşenbir, siyasetmedar, hunermend, karsaz û ji hemû beşê civakê hate li darxistin.
Şeva piştgirtinê bi pêşkêşvaniya hunermend û şanoger Amele re dest pê kir. Bernama şevê bi siruda neteweyî ya ji aliyê hunermend Xemdar, Bedil, Canê û Kewê ve hat vekirin. Piştre Koma Ezda derket ser dikê û stranên xwe pêşkêşî gel kirin.
Peyama KCD  hate xwendin. Li ser nave Koma Otobusa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Îsmet Kem axaftinek kir. Her weha siyasetmedarê Kurd Muzafer Ayata li ser rewşa dawî û giringîya weşana nû axaftinek kir. Li ser navê BDP ê peyama Parlementera Qersê Mulkîye Bîrtane hate xwendin.
Weki din li ser navê komita amadekar û komita Weşanê Cercur Cemil axaftinek kir. Peyama (FKÊ) ji alîyê Cahît Zerdeştî ve hate dayin. Her wiha gelek mal û komelên Êzîdiyan bi beşdarbûn xwe û peyamên niviski piştgirtin dane şevê.
Bernama şevê bêşa ҫand û huner geleki dewlemend bû. Usiv û Xwedêdayê Feto, Hozan Xemdar, Hozan Cane, Koma Rizgar ,Hozan Bedil, Weysî Emer û Îsmet û Hozan Kewê bi stranên xweyî şoreşgeri û geleri gel coşandin. Bi kêfxweşiyi û moraleki xurt şev bi dawi bû.

ISSELBURG